Jinên înternasyonalîst li pêş in

Duşem 12 Îlon 2022 - 22:12

  • Meşa dirêj a ku ciwanên Kurd û ên înternasyonalîst bi slogana "Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê" da destpêkirin, du rojên xwe li pey xwe hiştin.

BERFÎN DENIZ / DUISBURG

Meşa dirêj a ku ciwanên Kurd û ên înternasyonalîst bi slogana "Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê" da destpêkirin, du rojên xwe li pey xwe hiştin.

Ciwanan yekşemê li Essenê meşa xwe da destpêkirin û ew  îro ji Gara Navendî ya Trênan (Hbf) a Duisburgê civiyan. Roja yekê ciwan 20 kîlometreyan meşiyan. Êvarê jî wan panelek organîze kir. 

Doh li serê pêşî yê korteja meşê, jinên ciwan ên înternasyonalîst hebûn. Hejmara ciwanên înternasyonalîst û ya ciwanên Kurd hema hema biqasî hev e. 

Pirraniya ciwanan ji Elmanyayê ye

Pirraniya ciwanên înternasyonalîst ji Elmanyayê ye. Ciwan stran û sloganên bi Kurdî yên dema rêwîtiya xwe ji mêj nas dikin. Jixwe hinek ji wan bi Kurdî jî dizanin. Zimanê meşê bi pirranî Kurdî ye. Di dema meşê de gelek caran sloganên “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” “Bi jî piştgiriya înternasyonalîst” tên gotin. 

Ciwan îro jî 18 kîlometreyan meşiyan û êvarê li navenda bajarê Krefeldê tevlî meşa bi meşaleyî jî bûn. Ciwan îro jî wê ji balefirgeha Dusseldorfê ber bi navenda bajêr ve bimeşin û li vir tevlî bibîranîna şehîdan bibin. 

Roja pêşî jî îro jî hem polêsê Elman û hem jî faşîstên Tirk gelek provokasyon kirin, lê tevî vê jî meşa ciwanan bi coş û biryardarî dewam dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.