Jinên Êzîdî bang li cihanê kirin

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 01:45

Bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de fermanên Êzîdiyan bi taybetî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate kirin, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrişan jî axaftin hatin kirin. Di encamnameya Konferansa Jinên Êzidî ya li Parlamenta Ewropayê de bal birin ser rewşa qirkirin û qirkirina jinên Êzidî yên piştî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 3’yê Tebaxa 2014'an. Di konferansê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku trajediya civaka Êzîdî jiyan kiriye, weke jenosîdê bi fermî nas bikin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji bo parastina ewlekariya gelê Êzidî, mafên jinan û parastina çandî banga lezgîn hat kirin. Di daxuyaniya dawî ya konferansê de hate destnîşankirin ku di sala 2014’an de qirkirin û qirkirina jinê bi hev re rû dane û wiha hate gotin:“Bi hezaran sal in jinên Êzîdî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne parêzvanên çand, ziman û nasnameya Êzîdiyan. Jinên Êzidî di aliyê bîr, bawerî û nasnameya civakê de li ser bingehên dîrokî ne. Têkiliya komkujî û qirkirinê nîşan dide ku hebûna civaka Êzidî di bin xeteriyeke cidî de ye.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku îro jî bi hezaran jinên Êzîdî li bazarên welatên cuda weke kole tên firotin. Hat gotin ku Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji komkujiyê berpirsyar in û hat xwestin ku ev yek bê zelal kirin. Di konferansê de jinên Êzidî, bi 15 xalan, daxwazên xwe rêz kirin û di van xalan de, tiştên ku mohra xwe li encamnameya konferansê xistin, mijara naskirina jenosîdê, darizandina berpirsên ji fermana 74’an û naskirina xweseriya Şengalê bû.

ANF/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.