Jinên ciwan civiyan 

Nûçeyên Jin

Şemî 6 Adar 2021 - 01:30

Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Mêrdînê kombûnek li dar xist. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Dersim Dag li civînê axivîn. Ebrû Gunay diyar kir ku ciwan her tim çavkaniya hêz û moralê ne û got, "Li her derê êrişî ciwanan bi taybetî jinên ciwan dikin û dixwazin wan têk bibin. Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku sala dawî bi dehan, bi sedan jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan.

Dersim Dag jî bi Kurdî axivî û anî ziman ku jin bi sedan sal in tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin, yan jî tên windakirin, lê li dijî vê yekê ew her tim li ber xwe didin. Dag got, "Em ê li hemberî vê zîhniyeta bi serweriya mêr serê xwe netewînin. Ji bo jinên Kurd ên hatine kuştin, me îsal dest bi kampanyayekê kirin: 'Em niha rabin ser piyan, seferber bibin'. Bi saya vê kampanyayê me xwe gihand bi sedan jinên ciwan, me zêhniyeta mêr ê serdest teşhîr kir. Pinar Gultekîn, Gulistan Dokû, Îpek Er û jinên mîna wan bûn hedefa êrişê, hatin kuştin sedema me ya raperînê ye. Em careke din sozê didin wan jinan, heta azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

ANF/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.