Tevgera Jinên Belûçistanê ji bo Werîşe Mûradî ya di 1’ê Tebaxê de li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat revandin, bang kir da ku bê azadkirin.
Di 1’ê Tebaxê de endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Sineyê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû revandin. Ji wê rojê ve agahî ji Werîşe Mûradî nayê girtin.
Tevgera Jinên Belûçistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Tevgerê got, weke beşek ji tevgera azadîxwazên gelê Belûçistanê, erkê wan têkoşîna li dijî zordarî û çewisandinê ye û wiha dewam kir: “Di heman demê de em dilsoz û piştevanên xwişkên xwe yên Kurd, çalakvanên mafên jinan, her kesê ne ya ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşe. Em revandina endama KJAR’ê ji aliyê rejîma Îranê ve şeremzar dikin.
Hat zanîn ku di dema revandinê de êşkence û helwêsteke xirab beramberî Werîşe Mûradî hatiye kirin, ev cihê nerazîbûnê ye. Em bang dikin da ku aktîvîsta Kurd bê azadkirin. Em bang li civaka navneteweyî dikin da ku ji bo azadiya endama KJAR’ê hewl bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN