- Rêxistinên Jinan ên li Başûrê Kurdistanê wê bi boneya 8’ê Adarê li gelek herêman çalakiyan li dar bixin.
Rêxistinên Jinan ên li Başûrê Kurdistanê wê bi boneya 8’ê Adarê li gelek herêman çalakiyan li dar bixin.
Komeleya Afretan a Kurdistanê ya ser bi Hizba Komûnîsta Kurdistanê wê roja 5’ê Adarê, derbarê hişyarkirina nexweşiya pençşêrê de, semînerek li hola Azadî ya bajarê Silêmaniyê li dar bixe.
Endamên Tora Hevbeş a Rêxistinên Jinan, wê di 5’ê Adarê de biçin serdana gora Şinyar û peyamên rêxistinan wê werin xwendin. Piştî wê, serdana gorên jinên bê nav yên li Girê Seywan a Silêmaniyê jî tê kirin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya ser bi YNK’ê, wê di 8’ê Adarê de çalakiyekê li ber derê hola Tewerî ya bajarê Silêmaniyê li dar bixe. Di çalakiyê de wê kuştina jinan were şermezarkirin.
Komeleya Afretan a Kurdistanê a ser bi Hizba Komunîsta Kurdistanê, bi hevkariya rêxistinên din ên jinan, 10’ê Adarê pêşangeheke karê dest û çêkirina xwarinên Kurdî li dar dixe. Pêşangeh wê li Baxçeyê Tora Rêxistinan a Silêmaniyê were vekirin.
12’ê Adarê li Silêmaniyê panelek bi tevlîbûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê wê li ser rewşa jinan ya li Kurdistanê were dayîn.
Jinên Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê bi hevkariya Tora Rêxistinan wê pêşangeheke karê destê jinan veke. Pêşangeh 10’ê Adarê li Silêmaniyê tê vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN