Jinên Apoyî têkoşînê biser dixin
Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:35
Gaziyên şer ên li herêma Şedadê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, bi tevlîbûna gelek kesan pîrozbahiyek li dar xistin. Di pîrozbahiyê de yek ji rêvebera Tevgera Jinên Azadiya Kurdistanê Bihar Serêkaniyê têkildarî wate û girîngiya rojê axaftinek kir. Bihar Serêkaniyê destnîşan kir ku rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî jinan e û got:“Em ji dil û can rojbûna Rêberê xwe li evîndarên azadiyê, tevahî jinan û civakê pîroz dikin. Bi pêşengtiya jinên Apoyî wê têkoşîna gelan bi ser bikeve. Em kelecan û coşa xwe ji Rêberê xwe digirin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe em ê canê xwe jî feda bikin. Me ji bang û peyamên Rêber Apo hêzeke mezin girt. Rêber Apo pêvajoya civaka demokratîk da destpêkirin. Divê em bi hemû hêza xwe ji bo pêşxistina vê pêvajoyê bixebitin da ku têkoşîna gelan bi serketinê tacîdar bibe.”
Bihar Serêkaniyê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku weke jin îlhama têkoşîna xwe ji Rêber Apo digirin û got:“Baweriya me bi paradîgmaya Rêber Apo heye. Li her deverê em ê li keda Rêberê xwe xwedî derdikevin. Ji bo em bibin layiqî ked û têkoşîna Rêber Apo em ê hemû hêza xwe seferber bikin.”
Bihar Serêkaniyê her wiha îşaret bi bi hevaltiya Rêber Apo ya bi jinan re jî kir û got:“Rêber Apo di peyama xwe ya 8’ê Adarê de qala hêrsa xwe ya li hemberî destdirêjiya li ser jinan kir û got, ‘Ji bo min azadiya jinan di ser her azadiyê re ye. Eger jin azad nebe wê civak jî azad nebe.’ Rêber Apo li tevahî desthilatdar û zordaran meydan xwend û dest bi şoreşê kir.”
Bihar Serêkaniyê anî ziman ku di rojeke pîroz a weke 4’ê Nîsanê de sala 2013’an YPJ jî ava bû û got:“Em salvegera avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê li tevahî fermandar û şervanên azadiyê pîroz dikin.” Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi coşeke mezin dewam kir.
NAVENDA NÛÇEYAN