Jinê dakevin qadan 

Şemî 6 Adar 2021 - 01:32

Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin wê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe yê azadî û têkoşînê bilind bikin. 

Başaran bi bîr xist ku rojê du sê jin têne kuştin û desthilat jî li şûna pêşî lê bigire ser dinixumîne û bal kişand ser kampanya 'destpêkê edalet' a HDP'ê û destnîşan kir ku li cihê edalet nîne, azadî û demokrasî jî nîne. Başaran diyar kir ku pêwîstiya herî mezin a civakê bi edaletê heye û got, "Mebesta me ji edaletê ne gotin û nêta desthilatdaran e. Li Tirkiyeyê bêedaletiyeke mezin heye."

Başaran diyar kir, jinên ku jiyanê diparêzin, hewl didin têkoşîna jinê xurtir bikin tên girtin, bi rengekî tazî lêgerîn li wan tê kirin, dibin hedefa kirinên xerab û got, "Her wiha em zanin ku li Kurdistanê destavêtin weke amûreke şer tê bikaranîn. Nabe ku ev hemû ji hev cihê bên dîtin. Ji ber vê yekê li dijî edaleta mêr, me dest bi kampanya ji bo edaleta rasteqîn kir."

Başaran anî ziman ku li gel zext û zordariyê, têkoşîna jinan astengî yek bi yek ji pêşiya xwe rakirine û destnîşan kir ku 8'ê Adarê nîşaneya vê dîroka têkoşînê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Başaran got, "Di vê 8'ê Adarê de mîna her 8'ê Adarê wê jin dakevin qadan û dengê xwe yê têkoşîn û azadiyê geş bikin. Ji ber ku pêwîstiya me ya herî mezin, mezinkirina raperîn û xurtkirina têkoşînê ye."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.