Jinan Atolyeyên Dijî Şerê Taybet vekirin

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 01:55

ROZA METÎNA / AMED

Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Helen Işık têkildarî Atolyeyên Polîtîkayên Şerê Taybet diyar kir polîtîkayên şerê taybet bandorê li ziman, çand û hunerê jî dike û got,”Bi taybet van salên dawî em aliyê tundiyê ve  şerê taybet bêtir li Kurdistanê dibînin. Bi vê konseptê tê xwestin jinên Kurd di bine zextê de bên hiştin. Ji bo em hebûna xwe biparêzin em li dijî şerê taybet têdikoşin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî polîtîkayên şerê taybet ên bi şêwazên cuda yên wekî fuhuş, hişbir, kuştin, talanê Atolyeyên Polîtîkayên Şerê Taybet dane destpêkirin. Atolye li bajarên Kurdistanê didomin û wê li bajarên Tirkiyeyê jî bên lidarxistin.

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Helen Işık têkildarî mijarê axivî. 

Wê atolye dewam bikin

Bêrîvan Helen Işık da zanîn ew ê li gund, navçe û bajarên Kurdistanê Atolyeyên Polîtîkayên Şerê Taybet li dar bixin û wiha got:”Em TJA û DBP bi qasî mehekê ye atolyeyên Polîtîkayên Şerê Taybet li dar dixin. Me di 4’ê Tîrmehê de dest pê kir û heta 13’ê Tebaxê me li 8 bajarên Kurdistanê 39 atolye li dar xist. Me heta niha bi hezar û şessed jinî re bi rêya atolyeyê hev dît. Ew ê ev xebatên atolyeyê bajar bi bajar li Kurdistanê dewam bikin. Em ê ne tenê li bajaran di heman demê de li gund û navçeyan jî atolyeyan li dar bixin.”

Polîtîkayên şerê taybet sîstematîk in

Bêrîvan Helen Işık bi lêv kir ku ew ê atolyeyên ku mêr jî bikaribin beşdar bibin li dar bixin û wiha pê de çû:”Hatina gel hevdu ya bi jinan re ji bo me gelekî bi qîmet û bi wate ye. Em wexta bi jinan tên ba hevdu û qala Polîtîkayên Şerê Taybet dikin di heman demê de em jî bi jinan re hînî tiştên nû dibin. Em jî bi vî rengî xwe pêş dixin. Piştî Kurdistanê em ê li bajarên Tirkiyeyê jî van atolyena li dar bixin. Ji ber şerê taybet mijareke girîng e loma em dixwazin li ser bisekinin. Polîtîkayên şerê taybet sîstematîk in. Loma di vir de ne tenê jin divê mêr jî di ferqiya van polîtîkayan de bin û li dijî van polîtîkayana xwediyê hişmendiyekê bin. Di demên pêş de em difikirin ku atolyeyên mêr jî dikarin tevlê bibin li dar bixin.”

Şerê taybet zindî hatiye hiştin

Bêrîvan Helen Işık da zanîn ku konsepta polîtîkayên şerê taybet li Kurdistan û Tirkiyeyê her tim zindî hatiye hiştin û wiha dewam kir:”Dewlet kesên li hemberî xwe mûxalîf e wekî talûkeyekê dibîne. Bi gavên faşîzan dixwaze wan têk bibe. Dixwaze bi vê re civakê di binê kontrola xwe de bihêle. Loma jî polîtîkayên şerê taybet wekî alavekê tê bikaranîn. Em dikarin bêjin li gelek welatan konsepta şerê taybet dikeve meriyetê. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ev konsept bi salan e di meriyetê de ye. Bi taybet jî li dijî Kurdan. Li dijî şoreşger, femînîst, jinên Kurd ev konsept her tim zindî hatiye hiştin.”

Em ê vê konseptê pûç bikin

Bêrîvan Helen Işik da xuyakirin ku ew ji bo hebûna xwe biparêzin divê li dijî polîtîkayên şerê taybet her tim li berxwe bidin û wiha bi dawî kir:”Polîtîkayên şerê taybet bandorê li ziman, çand û hunerê jî dike. Wekî kuştin, tundî jî ev polîtîka dikevin meriyetê. Bi taybet di salên dawî de em aliyê tundiyê yê polîtîkayên şerê taybet bêtir li Kurdistanê dibînin. Em vêya bi awayekî kûr hîs dikin. Em vêya dijîn. Her wiha bi taybet bi vê konseptê tê xwestin jinên Kurd di binê zextê de bên hiştin. Em jinên Kurd û gelê Kurd li berxwe didin da ku konseptên bi vî rengî pûç bikin. Ji bo em hebûna xwe biparêzin em li dijî şerê taybet têdikoşin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.