Ne koçberî, reva ji bêkariyê ye!

În 11 Tîrmeh 2025 - 15:45

  • Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo hêviyên ciwanan xurt bike ti xebatekê nake û ji ber bêkariyê ciwan mecbûr dimînin koçî welatên din bikin. Berpirsê Komeleya Penaberên Vegeryayî Bekir Babanî got ku “Ev ne koçberî, lê reve ji bêkariyê ye!”

Nebûna xizmetguzariyan, paşguhkirina ciwanan û bêkarî sedemên sereke yên koçberiya ciwanan ya li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li îdareya Raperînê ne. Li gorî bîlançoya Rêxistina Ciwanên Raperînê tenê di yek şevê de ji bajaroka Qeladizê 70 ciwanan berê xwe dan Ewrûpayê. Her wiha li gorî Rêxistinê di şeş mehên borî de, bi taybetî jî di meha Hezîranê de heftane zêdetirî 300-400 ciwan bi rêya Lîbyayê koç kirine. Ciwanên îdareya Raperîn têkildarî mijarê axivîn.

Ciwanên Raperîn dibêjin: “Li her welatekî, ciwan pişta bingehîn a binesaziya aborî ne, lê gava ku dahata ciwanan tune be, ew nikarin karekî bibînin. Ya ku li Herêma Kurdistanê diqewime ne koçberî ye, revînek ji bêkarî û neheqiyê ye. Ji ber vê yekê divê hikûmet ji nû ve li ser vê yekê bifikire û destê alîkariyê dirêjî ciwanan bike.”

Gelek sedem hene

Ciwanek yê niştecihê sînorê îdareya Raperîn Helwest Ebdula behsa rewşa ciwanên herêmê kir û got: “Gelek sedemên ciwanan hene, bi taybetî li Raperîn, Bitwên û Pîşderê. Wek mînak, ciwanek li vir dema dibe 23 salî, hîna nikare rabe ser piyan. Ez li zanîngehê dixwînim û tu pêşerojek min nîne. Ji ber nebûna proje û kargehên mezin, ciwan neçar dimînin li dukanên di nav bazarê de kar peyda bikin. Ev jî têra jiyanek baş nake.” Helwest Ebdula balê bir ser koçkirina ciwanan ber bi derve û got: “Li her welatekî, ciwan pişta bingehîn a binesaziya aborî ne, lê gava ku dahata ciwanan tune be, ew nikarin karekî bibînin. Derketina ji welat mecbûrî ye. Ji ber vê yekê divê hikûmet ji nû ve li ser vê yekê bifikire û destê alîkariyê dirêjî ciwanan bike.”

Ciwan bêhêvî ne

Berpirsê Komeleya Penaberên Vegeryayî Bekir Babanî di destpêka axaftina xwe de tekezî kir ku ew tişta ku li Herêma Kurdistanê diqewime ne koçberî ye, revîne û got: “Ya ku li vir li Kurdistanê diqewime ne koçberî ye, revînek ji bêkarî û neheqiyê ye. Ciwan li vî welatî ji bo bidestxistina armancên xwe bêhêvî ne. Ji ber vê yekê yekane vebijarka wan koçberî ye, tevî ku ev yek mirin be jî. Yek ji encamên vê yekê jî windakirina sermayeya mirovî ya bihêz, ango ciwanane.”

Hikûmet bê plansazî ye

Bekir Babanî rexneyên tund li desthilata Herêmê kir û wiha domand: “Ti planên desthilatê ji bo afirandina kar an baştirkirina jiyana ciwanan tune ne. Mixabin desthilatek ku 34 salin ti planek xwe nîne. Nafikire ku niha divê plan-projeyek hebe. Hikûmet nekarî 37 hezar ciwanên ku ji Ewropayê vegeriyan hembêz bike û ji ezmûna wan sûd werbigire. Lewra ji ber şerê DAIŞ’ê û rewşa xirab, gelek ji wan dîsa bi malbatên xwe re koçber bûn.”

Berpirsê Komeleya Penaberên Vegeryayî Bekir Babanî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çûyîna her ciwanekî wek windakirina beşek ji laşê me ye. Ger ku hikûmet nikaribe mafên bingehîn ên wekî xanî, zewac û derfetên kar peyda bike, rê li ber çûyîna ciwanan nayê girtin. Armanca me bi van rexneyan ew e ku em rayedaran berî ku ji kar derkevin hişyar bikin.” ROJNEWS/RAPERÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.