Dewlet û dadgehê dixapînin!

În 11 Tîrmeh 2025 - 16:15

  • Parezer Eyup Aydenîz li dijî talankirina Zozanê Hesendînê da zanîn ku şîrket rastiyê nabêje û li dijî hiqûqê dest bi lêgerîna madanê kiriye.

Di sala 2008an de Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêrêtî rapora “ÇEDê ne pêwîst e” wergirt. Di 5 salan de tu lêgerîn nekirin. Rapora wan li gorî qanûnan hat betalkirin. Lê tevî ku proje hat betalkirin û sekinandin jî şîrketê dest bi lêgerîna madenê kir. Parezer Eyup Aydenîz tekildarî aliyê hiqûqê axivî.

Parezer Eyup Aydenîz li dijî talankirina Zozanê Hesendînê da zanîn ku şîrket rastiyê nabêje û li dijî hiqûqê dest bi lêgerîna madanê kiriye.

Eyup Aydenîz diyar kir ku zêdetirî 10 gund û gundewar li Zozanê Hesendînê hene û got: “Ava tevahiya van gund û gundewar ji Zozanê Hesendînê tê. Zozanê gundiyan li vir e. Dema ku li vir xebata madanê dest pê bike dê xwezaya wan tevahî xira bibe. Dê ava gundan zuha bibe. Dê jiyana wan têkeve xetereyê.”

‘Şîrketên kanê dewlet û dadgehê dixapîne’

Eyup Aydenîz bi bîr xist ku di sala 2008an de şîrketekî li vir ruhsata madanê derxistiye û bi lev kir: “Di 2008an heta 2025an de li vir tu xebat nemeşandiye. Ev şîrket dewletê jî dadgehê jî dixapîne. Dibêje ku; “di navbera 2008an heta 2025an de me li vir 39 hezar ton maden derxistiye.” Ev ne rast e. Li Zozanê Hesendînê heta îro tu maden nehatiye derxistin. Li gorî zagonên madanê dema raporekî dest pê bike divê 5 sal dema vê heye. ev 17 sal e rapor derxistine lê heta îro tu xebat nekirine. Li gorî rapora berê dixwazin li ver dest bi lêgerîna madanê bikin. Ev bê hiqûqiye, hem xwezaya me hem jî hiqûqa xwe xira dikin. Me doza vekiriye, me ji serokê dadgehê re hevdîtin pêk anî. Lê gavekî pêş ve naçê û dadgeh karê xwe nake. Gelê me dijî bêhiqûqiyê li vir têdikoşin. Dema ku Hesendîn bikevê di bin siya şîrketê ev tevahî xwe dê herê.”

‘Leşker nobeda şîrketê digirê’

Eyup Aydenîz destnîşan kir ku civak li gorî hiqûqê tevdigerê lê dewlet nagerê û ev tişt anî ziman: “Dixwazin tevahî vî welatî perçe perçe bikin. Gelê me dijî vê li ser piyane. Ev bi salan e di nava têkoşîne de ne. Hatina li vir gelek zexmet e, lê qal û pîren me li vir in. Gel naxwazê Zozanê Hesendînê bibe cihê madanê. Lê mixabin niha şîrket bêhiqûqî, leşker li gel xwe kom kirine dest bi lêgerîne kirine. Tenê şîrket pere xezenc dike lê dewlet bi hezaran leşker aniye li vir nobeda şîrketê digirê. Em nahelin Hesendîn xira bibe û holê rabê.”

‘Deng bidin dengê Hesendîn’

Eyup Aydenîz dazanîn ku gundî dijî wan bêhiqûqiyan li vir dest bi çalakiyê kirine û axaftina xwe wiha dawî kir: “Xelkên li vir ji bo bibejin em li vir in, ew xweza xwezaya me ye, dest bi nobedê kirine. Em jî Amedê hatine li vir piştgiriye didin wan. Gel dibêje ku ewder jiyana me ye. Em bang dikin tevahî civakê “werin li vir deng bidin.” AW/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.