9 hezar û 700 saetên ceyranê hatin danîn
În 11 Tîrmeh 2025 - 17:45
- Desteya Enerjiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi armanca avakirina sîstemek bi rêkûpêk a ceyranê û pêşîgirtina bikaranîna fuzulî, di sala 2023’yan de projeya danîna saetên ceyranê dabû destpêkirin.
Di çarçoveya plansaziyê de li tevahiya kantonan saetên ceyranê li kargeh û malan tên danîn. Li Kantona Firatê jî ev xebat 1’ê Tîrmeha 2024’an hat destpêkirin û heta niha 9 hezar û 700 saetên ceyranê hatine danîn. Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Cuman, têkildarî mijarê axivî û agahî dan.
Li gorî agahiyên Welîd Cuman, di çarçoveya sîstema nû de li her bajar û bajarokekê navendên (jêderên) ku ceyranê belav dikin tên danîn û heta niha 9 hezar û 70 saetên ceyranê li kargeh û malan hatine hatine danîn.
4 navendên belavkirina ceyranê
Li bajarê Kobanê ku tekane bajarê mezin ê kantonê ye, danîna 4 navendan hatiye plankirin û ji vana 3 hatine çêkirin, yek jî tê çêkirin. Ji bo gundewarên Kobanê jî 2 navendên belavkirina ceyranê tên amadekirin. Bi çêkirina navendên belavkirinê re, li kargeh û malan jî dest bi danîna saetên ceyranê hat kirin.
Rêveberê Midûriyeta Ceyranê ya Kobanê Mihemed Şêxo jî da zanîn ku heta niha li Kobanê 2 hezar saet hatine danîn. Mihemed Şêxo da zanîn ku ev projeke pir girîng e û got: “Ev dihêle ku hemû kes ji aliyê xwe ve lambayên xwe yên zêde vemirîne, tesarûf bike û giranî li ser pergala ceyranê çênebe.”
Hevserokê Desteya Enerjî ya Kantona Firatê Welîd Cuman anî ziman ku tê plankirin ku li bajarê Sirrinê 2 hezar saet werin danîn û ji vana hezar hatine bicîhkirin. Her wiha li Eyn Îsa jî dest bi danîna saetan hatiye kirin. ANHA/KOBANÊ
* * *
Berhemên xwemalî yên Hewramanê
Hewraman yek ji navçeyên geştayarî ye ku dikeve sînorê Parêzgeha Helebce. Salane bi hezaran geştyar ji Kurdistan û Iraqê serdana vê herêmê dikin. Li gel aliyê xwe yê geştyarî rengînî û berhemên çandî û Kurdewarî jî ewqasî balkêşe. Van berheman û çanda Kurdî bala geştyaran biriye ser xwe.
Bazara navçeya Biyar ji berhemên xwemalî yên Kurdewarî tije ye. Van berhemên cûr be cûr ên herêmî bala geştyaran biriye ser xwe û bûye daxwazên wan ên esasî. Ji lewma geştyar dibêjin; “Ev berhem xwedî tam û lezeteke taybet in.”
Firoşkarê berhemên xwemalî yê navçeya Biyar difiroşe yê bi navê Adil Ehmed destnîşan kir ku piranî geştyarên tên herêmê xwarin û berhemên Kurdî dikirin û got: “Berhemên weke qeysî, hêjîrên hişkkirî, tû, tirşiya simaq, şerbeta hinaran û gelek cûreyên din distînin. Daxwazeke taybet ya van berheman heye.”
Adil Ehmed anî ziman ku nebûna mûşe bandor li ser herêmên geştyarî jî kiriye.
Geştyarê ji Kerkûkê hatî herêmê yê bi navê Azad Sedîq diyar kir ku di roja dawî ya geştên xwe de berhemên hişkkirî li gel xwe dibin û got: “Ev berhem bûne sembolek ji bo vê herêmê û bala geştyaran kişandiye ser xwe. Em van dikirin û şevan li gel sohbetê dixwin.” ROJNEWS/HEWRAMAN
* * *
Rûxseta petrolê 2 sal dirêj kirin
Rûxseta lêgerîna petrolê ya ku TPAO’yê ji bo 25 hezar hektarên erd a li Amedê wergirtibû, heta 2 salên din hate dirêjkirin.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, rûxseta lêgerîna petrolê ya ku TPAO’yê ji bo 25 hezar hektarên erd a li Amedê wergirtibû, heta 2 salên din dirêj kir. Dema lêgerîna petrolê ya ji hêla TPAO’yê ve hatibû girtin dê di 11’ê Gulana 2025’an de bi dawî bûbûya lê ev qewl heta 11’ê Gulana 2027’an hate dirêjkirin. Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), dirêjkirina biryarê di çarçoveya Qanûna Petrolê ya Tirk a bi hejmar 6491’ê de nirxand û bal kişand ser girîngiya herêmê ya ji hêla potansiyela hîdrokarbonê û sûdeweriya wê ya ji bo aboriya welat. TPAO ku di 5’ê Adara 2025’an de serlêdan kiribû, piştî erêkirina MAPEG’ê dê li herêmê lez bide analîzên xwe yên teknîkî û aborî. NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
‘Em jiyaneke azad dixwazin’
Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) a demê Sabahat Tuncel, di 4’ê Mijdara 2016’an de li pêşiya Edliyeya Amedê beşdarî protestoya binçavkirina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûbû û di 6’ê Mijdara 2016’an de hatibû binçavkirin. Pirtûka ku ji parastinên Sabahat Tuncel ên di doza Kobanê de pêk tê bi navê “Jin Jiyan Azadî - Kadın Yaşam Özgürlük” çap bû.
Pirtûk, ji Weşanxaneya Dîpnotê derket. Edîtoriya pirtûkê, ji aliyê Bîrcan Yorulmaz a ku di doza Kobanê de hatibû girtin û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) hatiye kirin. Pirtûka ku ji parastinên Sabahat Tuncelê pêk tê û di heman demê de bi nêrîneke azad doza Kobanê ji aliyê civakî, dîrokî û polîtîk ve tehlîl dike.
Nivîsa li ser bergê pirtûkê wiha ye: “Şandeya dadgehê di serî de biryarên Destûra Bingehîn, DMME, CMK'ê û mafê gotinê û azadiya fikrî bin pê kirî. Ji bo bighîje armanca xwe her rê ceribandî. Amedekariya vê dosyayê pêvajoya danîşîna heta amadekirina mutalaeyê vedibêje. Mebesta vê yekê ne derxistina rastiya bûyerên di 6-8 Cotmeha 2014’an û berpirsiyarên wê yên siyasî ye. Di vê dosyayê de li aliyekî dewlet heye û li aliyê din jî Kurd hene. Em li dijî hemû cureyên paşverûbûnûnê, nîjadperestiyê, zayendperestiyê rawestiyane û ji vir û şûn de jî em ê red bikin. Em jiyaneke azad dixwazin.”
NAVENDA NÛÇEYAN