Divê goristan bêne serarastkirin

Duşem 11 Tebax 2025 - 03:35

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane hewldanên girîng çêbûn û li Meclisê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” hate avakirin. Nûnerên komeleyên ji hêla malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ve hatine avakirin jî xwestin dewlet tavilê gavên yasayî biavêje. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina re ya Akdenîzê (AKKAY-DER) Mûstafa Yildiz, diyar kir ku ji bo gelên Tirkiyeyê wekhev û bi xwişk-biratî bijîn, divê pêvajoya şer were bidawîkirin û got:“Em naxwazin dayik bigirîn û cenaze bên malbatan. Divê pêvajoyê bi qurbanî hesabên dengan nekin. Ji bo perwerdeya bi Kurdî û Kurdî bibe zimanê fermî, divê di qanûnan de sererastkirinan bikin. Hewceye mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên başkirin û yekser pê re hevdîtin bikarin bên kirin. Ji bo pêşketina pêvajoyê ev pir girîng in. Divê hemû partiyên siyasî, sendîka, ode, rêxistinên jin û ciwanan tev li pêvajoyê bibin. Divê hejmareke zêdetir a jinan di komîsyonê de cih bigire. Ji bo bêçekbûn bidome, divê dewlet teqez gavên yasayî û destûra bingehîn biavêje. Ne gerîla ne leşker, bila êdî kesek nemire.” 

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirina re ya Mêrsînê (MEYADER) Bahattîn Bektaş jî diyar kir ku bi taybet jî êrişên ser goristanan êşên giran ji malbatan re çêkirine û got:“Divê ev goristanên hatine texrîbkirin bên çêkirin û bihêlin malbat biçin serdanê. Ev, mafekî herî însanî ye. Êrişên li dijî goristanan, zirar daye malbatan. Li hêla din divê girtiyên nexweş û siyasî jî bên berdan. Hêj cihê hinek şehîdgehan diyar nîne. Di vê mijarê de daxwazên malbatan ji komîsyonê heye. Hewceye di vê mijarê de sererastkirinên yasayî yên pêwîst bên kirin. Divê Meclis berpirsyartiya xwe bicih bîne.” 

MA/EDENE-MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.