26 sal şûnde perdeya tarîtiyê qelişî

Pêncşem 10 Tîrmeh 2025 - 20:00

  • Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayip Temel têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi vîdeo wiha got:"26 sal şûnde perdeya tarîtiyê qelişî, deng û dîmenên birêz Ocalan gihişte civakê. Me di heman demê de dengê heqiqetê bihîst."

ROZA METÎNA / AMED

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de bangeke dîrokî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 sal an ku di bin tecrîdeke giran de ye cara ewil e li Îmraliyê daxuyaniya vîdeo bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Daxuyaniya Abdullah Ocalan bû dengekî mezin. 

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel li ser banga Ocalan a bi vîdeo nirxandin kir. 

Bangewaziya çareseriyê ye

Tayip Temel pêşî, bal bir ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir û wiha got:"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd em di merheleyekî dîrokî de ne. Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk îro gihîştiye asta herî bilind. Bi awayek eşkere em dikarin bêjin bi inîsiyatif, helwest û û têkoşina birêz Ocalan, bi ked û têkoşina gelê kurd ya bi salan em gihîştine vê merheleyê. Ger ku îro gelê kurd û îradeya ku gelê Kurd temsil dike li ser masaya muzakereyê be ev saya serê têkoşînê ye. Di dîroka gelê kurd de cara yekem e ku hêza wî, rêxistina wî, bandora wî gihiştiye vê astê. Her wiha bangewaziya birêz Ocalan ya 27’ê Sibatê wekî ku her derdor jî tinin ziman bangewaziyek dîrokî ye. Bi vê bangewaziyê him tevgera kurd, him Tirkiye ketiye pêvajoyek nû. Her wiha ev Pêvajo û Bangewazî dê Bandorên girîng li ser Rojhilata Navîn û geşedanên Gerdûnî bike. Vê pêvajoyê destpêkiriye û ne mimkune ku paşde bê guherandin. Ev bangewazî mudaxelekirina xitimandinê ye, mudaxelekirina neçareseriyê ye. Ev bangewazî bangewaziya guherîna Demokratîk e, bangewaziya çareseriyê ye. Binhêrin bi yek bangewaziyek Ocalan atmosfera siyasî guherî ye. Em vê yekê nikarin tenê wekî bangewaziyek, daxwazek binirxînin ev di heman dê de helwestek pratik e."

26 sal şûnde perdeya tarîtiyê qelişî 

Tayip Temel li ser pêşketinên di çarçoveya vê bangewaziyê de wiha got:"Piştî vê bangewaziyê heya niha geşedanên gelek girîng û dîrokî derketin holê. Deriyên îmraliyê bi giştî nebe jî vebû. 26 sal şûnde perdeya tarîtiyê qelişî, deng û dîmenên birêz Ocalan gihişte civakê. Me di heman demê de dengê heqiqetê bihîst. Her wiha em dikarin bêjin komplo têk çû berxwedan bi serket. Rengê siyasete guherî. Êdî kes nikare rastiya kurd jî, îrade û hêza wî ya rêxistinî jî inkar bike. Ji aliyê din ve PKK'ê kongreya xwe li dar xist, di 12’ê Sermawêzê de biryarên xwe eşkere kir. Niha êdî em gihîştin konaxa siyaseta demokratîk. Yanê dê çek, şer, pêvçûn ji dewreyê derkeve û bingeha siyaseta demokratîk biser bikeve. Niha li meclisê amedekariya komisyonekê heye, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd. Dê gavên hiqûqî û siyasi bên avêtin. Di nav çend mehan de ev geşedan derketin holê û dê bandora wê ya demdirêj hin mezintir, berfirehtir û dîroktir be. Çawa ku îrade û biryara Ocalan û hevalên wi 40 ewil li ser hemû erdnigariyê bandorên mezin kir, guherînên mezin derketin holê ev biryar jî ji niha ve bandor û guherinên girîng derdixe holê."  

Dema bicîhanîna bangewaziyê ye

Tayip Temel mijara ji bo merasîma çekdanînê jî wiha nirxand:"Wekî destpêkê jî me got birêz Ocalan û tevgera Kurd bi îradeya xwe bi biryara xwe rê û rêbazek nû danîn pêşiya me hemûyan. Êdî tu tişt wekî berê nameşe. Biryar hatiye dayîn niha dem dema bicîhanîna vê bangewaziyê, daxuyaniyê û îradeyê ye. Mesele çareseriya pirsgirêkên bingehîn e. Tevgera Kurd rê li çareseriyê vedike bi pêşengtiya birêz Ocalan. Têkoşîn bi dawî nabe, dikeve qonaxeke nû. Rê û rêbaz diguherin. Ev helwesta tevgera kurd û birêz Ocalan herkesî dike bin berpirsiyariyên mezin. Kurd pêşengtiya guherînê dikin, çareseriyê diafirînin. Ev pêvajo ne pêkan e ku bi gavêtinê yekalî bipêş bikeve. Kurdan peywîra xwe zêdetir bi cîh anîn, ji îro şûnde berpirsiyarî ya dewletê ye, ya civakê ye, ya partiyên siyasî ye." 

Bingeha hiqûq û siyasetê

Tayip Temel bal bir ser bingeha hiqûq û siyasetê û wiha got:"Piştê vê hevditinê daxuyaniya birêz Ocalan a bi dîmen hate weşandin. Di wir de hin berfirehtir û eşkere nêrin û daxwazên xwe diyar dike. Birêz Ocalan ji destpêkê heya niha behsa bingeha hiqûq û siyasetê dike. Navnîşana vê yekê meclis e. Navnîşana çareseriyê meclis e. Wisa dixuyê ku dê meclis komisyonekê ava bike. Ev di dîroka Tirkiyeyê de jî di pêvajoya pirsgirêka kurd de him gavek dîrok him jî ya yekemîn e. Dewletê heya niha bi kesî re bi diyalog û muzakeriyê li riya çareseriyê negeriyaye. Birêz Ocalan ev rastî berovajî kir. Heya niha hemû serhildanên kurd têkçûn lê cara yekemîn e dewlet bi kurdan re rûniştiye muzakereyan dike. Avakirina komisyona li meclisê fermîkirina vê yekê ye." 

Armanc civaka demokratîk e

Tayip Temel wiha dawî li axaftina xwe anî:"Belê em di vê pêvajoyê de ketin qonaxek nû. Ev merhele, merheleya gavavêtinin şênber in. Dê pêvajo gav bi gav bipêşkeve. Armanc û hedef aştî û civaka demokratîk e. Em tenê vê yekê ji dewletê jî naxwazin em ê bi civakê re civaka demokratik û aştiyê ava bikin. Bi destûra kesî nabe, bi têkoşîna xwe, îradeya xwe û keda xwe em ê vê yekê pêk bînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.