Hevdîtinên Civaka Demokratîk didomin
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 03:20
“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, didomin. Di civînan de banga xwedîderketina pêvajoyê hate kirin.
“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi piştgiriya partiyên siyasî û saziyên civakî piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, didomin.
Li Êlih, Sêrt, Riha, Wan û Agiriyê herî dawî civînên gel hatin lidarxistin û di civînan de banga xwedîderketina pêvajoyê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN