Em bi îradeya azad çekên xwe îmha dikin
În 11 Tîrmeh 2025 - 17:00
- Koma Aştî û Civaka Demokratîk di daxuyaniya têkildarî merasîma îmhakirina çekan wiha got:”Ji bo ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.”
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk hatin Başûrê Kurdistanê û bi merasîmekê çekên xwe danîn û îmha kirin. Derbarê mijarê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da.
Piştre jî dîmenên îmhakirina çekan bi raya giştî re hat parvekirin.
Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi vî rengî ye:
"Ji bo gelê me û Raya Giştî;
Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin.
Beriya her tiştî ji ber ku hûn şahidiya vê çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.
Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.
Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê.
Eger îro em li vir amade ne ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye.
Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.
Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.
Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe wesîleya pêkanîna aştî û azadiyê.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe a dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hûn li gorî vê rêgezê tevbigerin”.
Em bi dil û can tevlî vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bextawer in.
Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin.
Berevajî, her serkeftineke me a rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin.
Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serkeftinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.
Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in.
Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê.
Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye.
Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîst e di zûtirîn demê de bêne biserxistin.
Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demokrasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.
Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.
Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.
Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me ya dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me.
Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.
Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e;
Pêwîst e ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.
Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.
11’ê Tîrmeha 2025’an
Koma Aştî û Civaka Demokratîk" ANF/NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Li pêşî Besê Hozat cih girt
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet di 11:25'an de destpê kir û saet di 11:45'an de bi dawî bû.
Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.
30 gerîla ku 15 jin, 15 jî mêr bûn, li pêşiya wan Besê Hozat û Nedîm Seven hebûn.
Bi pêşengiya Besê Hozat û Nedîm Seven koma ji 30 gerîlayan ku 15 jin, 15 mêr bûn, hat qada merasîmê.
Di destpêka merasîmê de Besê Hozat axivî û got, "Li pêşberî banga Rêber Apo ji bo helwestê diayr bikin, ji bo bersiva li wê yekê em hatin. Ji bo vê pêvajoyê bi pêş ve bibin, li hemberî înkar û îmhayê me rahiştin çekê. Em şervanên azadiyê ne. Bi banga Rêber Apo, bi banga 27'ê Sibatê û bi wesîleya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê em vê gavê diavêjin."
Besê Hozat piştî axaftineke kurt, bi navê komê daxuyanî bi Tirkî xwend. Piştre jî Nedîm Seven bi Kurdî xwend.
Piştî ku xwendina daxuyaniyan bi dawî bû Besê Hozat careke din axivî û got, "Ji bo ev hemû dewam bikin û pêk were, pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye." Besê Hozat destnîşan kir ku ji bo pêşî li pêvajoyê veke ew çekan îmha dikin.
Piştî daxuyaniyê û axaftinan di serî de Besê Hozat gerîlayan çek û rextên xwe şewitandin.
Gerîla piştî ku çekên xwe şewitandin ji herêmê çûn. Piştî ku gerîla ji qadê çûn, merasîm bi dawî bû. ANF/SILÊMANÎ
* * *
Ji merasîma dîrokî wêneyên ewil
Komeke PKK’iyan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasîmekê çekên xwe îmha kir. “Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîm li dar xist.
Di merasîmê de wiha hate gotin: “Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên hiqûqî û siyaseta demokratîk û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasyona demokratîk dewam bike. Ji bo ev armanc pêk were, em îro di hizûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.”
Wêneyên ewil ên di merasîmê de hatine kişandin hatin weşandin. NAVENDA NÛÇEYAN