Jin xweş kilaşan çêdikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 20 Kanûn 2023 - 00:50

Jinên Hewramanê çanda xwe ya dîrokî ya Zagrosê diparêzin. Ew kilaşan jî çêdikin. Çêkirina kilaşan pîşeyekî dîrokî yê Hewramanê ye û demeke dirêj e ku Hewramî pê tên nasîn. Berê çêkirina kilaşan karê mêran bûye, lê niha jin jî bi hevkariya hevjînên xwe, vî hunerî dikin. Lê wan bedewî û aliyekî din ê hunerî daye vî pîşeyî. Jineke Hewramana rojhilatê Kurdistanê ya jêhatî ji gundê Dizliyê ye. Ev bûn 20 sal ku ew kilaşan çêdike.

Zemane Rehîmiyê, destpêkê behsa destpêkirina vî pîşeyî ji bo xwe dike: “Destpêkê min bi kilaşên zarokan dest pê kir û paşê ez hînî ‘dewrçinîn’ û ‘sakar’ bûm û niha ez kilaşkareke baş im û kilaşên mezinan jî çêdikim.”

Li ser pêvajoya çêkirina kilaşan, Zemane Rehimiyê dibêje, “Ewilî qumaş tînin û bi rengên şîn û sor reng dikin û paşê qumaş dibirrin. Gava ku digihîje ber destên me jinan, sê qonaxên wê yên girîng dimînin. Qonaxa “dewrçinîn”ê jinek dike, qonaxa “sakarçinîn”ê jineke din dike û qonaxa dawîn ku “damger” e, jineke din dike.

Ev 20 sal in kilaşan çêdike 

Hosteya kilaşan, Zemane Rehîmiyê îşaret bi paqijbûna karê kilaşkariyê dike: “Demek e ku jinan li gel hevjînên xwe dest dane vî karî. Ji kilaşkariyê dahateke baş ji bo jinan heye. Nêzîkî bîst salan e, ez kilaşkar im, min gelek sûd jê dîtiye û alîkariya xwe û mal û zarokên xwe dikim. Ji hêla çandî ve jî kilaş soleke xwemalî ya resen e û pirr baş li cil û bergên Kurdî yên wekî ‘rankûçoxe’, ‘kewawpantol’ tê. Bêhn jê nayê, çep û rasta wê tune ye.”

Der heqê zêdebûna karê kilaşan de, Zemane Rehîmiyê dibêje, “Niha ji ber zêdebûna xelkê, kar zêde bûye, kilaş bo gelek cihan tên şandin. Vê zêdebûnê jî hinekî bandor li dahata karê me kiriye.”

Nîvê jinên Merîwanê

Berê, sed şagirtên Zemane Rehîmiyê hebûne û wê 200-300 cot kilaş dane çêkirin. Zemane Rehîmiyê balê dibe ser zêdebûna karê kilaşkariyê di nav jinan de û dibêje, “Nîvê jinên Merîwanê kilaşan çêdikin. Malbatên wisa hene ku jin û mêr vî karî dikin û îdareya xwe bi vî karî dikin. Navdariya kilaşên Hewramî bi awayekî li Kurdistan, Iraq û Ewrûpayê jî belav bûye û ji van deran daxwaza kilaşên Hewramî tê kirin. Heger kar karê te be, baştir e û dahata wê zêdetir e. Niha para dahatê ya zêde ji bo bazirganan e, kêmtir ji bo kilaşkaran diçe. Ji bilî vê yekê, hin pirsgirêkên kilaşkariyê jî hene. Bo nimûne, zenûnbûna çav, stûêş, milêş û serêş.”

ANF/HEWRAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.