Jin wê faşîzmê hilweşînin

Duşem 28 Sibat 2022 - 22:24

  • YJA Star: Rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîdkirina Rêbertiyê û hilweşandina faşîzmê. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê ji hemû deverên ku hêzên parastinê yên jinê lê, bi amadebûna fermandarên jin civîna xwe ya berfireh li dar xist û ji bo sala têkoşînê ya nû biryarên girîng dan û got, “Em ê di sedsala 21’ê de gerîlatiya jinan û taktîkên wê mezintir bikin.”

Di daxuyaniya darbarê civîna Konseya YJA-Star’ê de hat gotin, “Em Konseya Biryargeha YJA Starê 8’ê Adare Roja Jinan pîroz dikin, em bang li jinan dikin ku xwe berdin meydanan, hêvî dikin rojên ji niha û şûn ve bibin rojên azad û bi jinê, û dibêjin, ‘Berxwedana jinê wê faşîzmê hilweşîne.’

Komplo dewam dike

Konsepta îmhayê ya ku dijmin li ser Rêbertiya me û Tevgera me geş kirî, êrişên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê me ferz kirî, weke dewama komploya navnetewî di nav salê de bi hişmendiya herî faşîst, bêexlaq, paşverû êrişê dewam kiriye.

Vê konseptê daye ber xwe ku PKK’yeke bê Rêbertî, Kurdên bêyî PKK’ê ava bike, li ser hîmê polîtikayên hêza nerm, bi marjînalkirina PKK’ê û windakirina rêça îdolojîk-felsefîk hewl daye ku entegreyî pergalê bike. Rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîda li ser Rêbertî û hilweşandina faşîzmê, nîqaşên me hemû li ser raman û fesefeya Rêbertî pêk hatiye. Azadiya

Rêber Apo azadiya jinan û gelan e.

Ya ku li Garê li ber xwe dayî PKK ye, felsefe û îdeoloijya PKK’ê ye. Rêbertî ye, jin in. Berxwedana Garê, mînaka herî aktûel û xwerû ya serfirazbûna berxwedanê ye.

Dijmin li Garê hat şikandin

Piştî têkçûna Garê, dijmin vê carê xwestiye ku konsepta îmha û dagirkirinê li Avaşîn, Zap û Metînayê geş bike, 23’yê Nîsanê ji bejahî û hewayî ve êrişên dagirker ên berfireh sazkar kiriye. Encamên ku li Garê derketin holê û ruhê berxwedanê, ji ber ku bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedayî pêl bi pêl belav bû, performanseke ku dijmin xeyala wê jî nedikir, derxistiye holê û ruhê fedayî yê Apoyî gihiştiye asta xwe ya herî bilind. 

Hêzên me yên gerîla li ser hîmê perspektîfên serdema nû, li ser stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, modernîteya demokratîk, gerîlatiya jina azad de hûr bûye, di şerê tunelan de taktîkên nû danîne ber xwe, şêwaza tevgerê kûr kiriye, bi lêdanên bi derb û çalakiyên sansasyonel, serfirazî aniye. Di gerîlatiya serdema nû û taktîkê de bipêşveçûn, her demê wê me serketî bike.

Ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne

Krîza pergalê ya modernîteya kapîtalîst, herî pirr jinê, sirûştê û civakê dike hedefa xwe. Polîtîkayên weke tecawiz, tacîz, tundi û komkujiyê ku parçeyên şerê taybet in û kirinên hişmendiya zilamseriya faşîst, hema hema bêhn li jinê çikandiye. Li dijî vê, li dora Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê, jinê bi aqil û vîna xwe berevaniya xwe geş kiriye. Bi pêşengiya jinê xwedî li pêngavên, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina civaka azad e’ xwedî derketine, li dijî aqilê faşîst ê zilêm, li dijî hişmendiya tecawizkar û êrişkar li hemû warên jiyanê berxwedan çêbûye. Tecrûbeyên berxwedana sala 2021’ê, fermanadariya jinê û pêşengiya jinê derxistine holê. Sala 50’î ya partiya me wê bibe sala Newrozê û serfiraziyê. Peywira me ya YJA Starê ew e ku em vê berxwedanê sala 2022’an bigihînin serfiraziyê. Bi baweriya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa jinê, em hemû jinên berxwedêr û gelan silav dikin, em dibêjin, ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.