Jin û ciwan bêhtir pêşengiyê bikin

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi rê û rêbazên dewlemend bê meşandin û bal kişand ser girîngiya tevgerên jin û ciwanan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û geşedanên li Kurdistan û cîhanê ji ANF’ê re axivî. Karasû di destpêka nirxandina xwe de îşaret bi pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got:’’Kampanyaya; ‘’Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’’ ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hatiye destpêkirin, bi giştî serkeftî bû. Bi taybetî jî di qada navneteweyî de gelekî xurt derbas bû. Ger ev bingeh baş were nirxandin wê li derveyî welat û di qada navneteweyî de zêdetir pêş bikeve û mezin bibe. Ji ber vê yekê divê bingeha ku di qada navneteweyî de pêk hatî baş were nirxandin. Ger di vê mijarê de planên berfirehtir û baştir werin sazkirin, di sala 2025’an de wê di mijara azadiya Rêber Apo de gaveke mezin were avêtin. Xwedîderketina paradîgmaya Rêber Apo faktora sereke ye ku rê li ber mezinbûna vê kampanyayê vekiriye. Di sala duyan a kampanyayê de bi taybetî jî wê tevgerên jinan ên li seranserê cîhanê piştgiriyeke mezintir bidin kampanyayê. Bi fêmkirina helwesta Rêber Apo ya ekolojîk re tevgerên ekolojîst ên weke tevgerên jinan jî wê bibin hêzeke girîng a vê kampanyayê. Bi kurtasî sala duyan a kampanyayê wê bibe saleke wisa ku wê jin pêşengtiya wê bikin, rewşenbîr zêdetir beşdar bibin û ekolojîst û kedkar wê kampanyayê ne tenê di çarçoveya piştgirî û pişyevaniyê de bibînin, di heman demê de wê weke têkoşîna azadî û demokrasiyê bigirin dest. Di sala yekem a kampanyayê de saziyên weke Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevgeriyan. Di sala duyem de wê saziyên bi vî rengî zêdetir tevbigerin.

Bakurê Kurdistanê diyarker e

Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê rê li ber têkoşîna li hemû perçeyên din vedike. Têkoşîna 50 salan ev rastî raxistiye ber çavan. Mîtînga 13’ê Cotmehê destpêkek e. Wê di mijara pêşketina kampanyayê de di serî de Bakurê Kurdistanê bibe pîvaneke girîng ku li hemû Kurdistanê û derveyî welat çawa pêş ketiye. Divê pêngava; ‘’Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’’ bi rêbazên dewlemend werin berdewamkirin. Divê ciwan, jin û hemû gelê me bizanibe ku ger bi awayekî xurttir tevlî çalakiyan bibin, wê bandora wê jî zêde bibe. Gelê Kurd gelê Newroz û sehildanan e. Ev bûye karektereke netewî. Ji ber vê yekê nabe ku bibêjin çalakiyên ku tevlîbûnên wê zêde ne nayên kirin. Dema ku birêxistinbûn weke erka sereke hate dîtin, gelê serhildanan vê karektera xwe li her derê nîşan dide. 

Divê têkçûna xwe bibînin

Ev 4 sal in dewleta Tirk bi hemû îmkanên xwe yên şer, çekên qedexekirî û desteka navxweyî û derve ya jê re tê dayin, êrîşeke bê navber li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dewleta Tirk her roj ji êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze yan jî Lubnanê zêdetir, êrîşan pêk tîne û tevahiya herêmê bombebaran dike û çekên qedexekirî bi kar tîne. 4 sal in bi doktrîneke şer a nû û şerê koordîneyê ya tîm-tunelê qira artêşa Tirk hatiye anîn. Em dikarin bêjin şerê ku her roj û di her tunelê de tê meşandin mijara roman û fîlmane. Komek fedaiyan heye mîna ku bi moraleke mezin diçin şahiyê bi ser dijmin de dimeşin. Dewleta Tirk û hemû hêzên dij Kurdan dîtin ku tevî her cure êrîşan jî têkoşîna azadiyê li ser piyan maye. Divê dewleta Tirk ev yek fêm kiribe; Eger fêm nekiribe, ew ê bikeve kurtekî ku nikare jê derkeve. Ti siberoja rêveberiyeke Iraqê ku bi dewleta Tirk re li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li hev kiriye, nîne. Rêveberiyeke ku nirxên xwe yên exlaqî, wijdanî û moral winda kiribe, wê temenê wê dirêj nebe. Bi kurtasî ew lihevkirin ji aliyê gelê Iraqê ve nayê qebûl kirin. Dewleta Tirk digot vê havînê em ê berxwedanê biqedînin, PKK wê biqede. Niha yên ku vê yekê dibêjin, tirsa ew ê di payîz û zivistanê de derbên giran bixwin dijîn. PDK jixwe bi xiyaneta ku di nava şerê 4 salan de dike, têk çûye. Veguheriye pozîsyoneke ku êdî ti qîmeteke wê ya exlaqî û rewabûna wê ya siyasî nemaye. 

Xiyanetkaran ceza bikin!

PDK weke aktoreke siyasî yê ku bi zorê xwe li ser lingan digire, wê bikeve hilbijartinê. Eşkere ye ku li herêmên ku PDK lê serdest e wê hilbijartineke adîl neyê kirin. Di hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê dewlet wezîfedarên xwe dişand gund û taxan û digot, eger ji vir ji bo AKP’ê deng dernekeve ez ê hesab ji we bipirsim. Zexteke bi vî rengî ya PDK'ê jî li ser gund û taxan heye. Lê belê PDK bi zext û kirîna hin derdoran re hewl bide di vê hilbijartinê de dengan werbigire jî, wê li pişt hilbijartina beriya niha bimîne. Divê gel di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqan û PDK a ku çiya, deşt û bajarên Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk re pêşkêş kir, ceza bike. Ji bo vê jî divê gelê Başûr biçe ser sindoqê û dengê xwe bide namzetên welatparêz ên ku li dijî xiyanetê ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.