JIN TV bû dengê jinan

Şemî 8 Adar 2025 - 03:15

JIN TV ku hemû xebatkarên wê jin in, tevî gelek zorî û astegiyan jî bi armanca pêşxistina jinan û hişyariyê, weşanê dike.

Televîzyona yekem a jinan JIN TV ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, di sala 2018’an de dest bi weşanê kir. Ji wê rojê heta niha, ji bo rastiya ku jin dijîn nîşan bide, belgekirina çîrok, têkoşîna wan û bi armanca pêşxistina jinan û hişyariyê, weşanê dike.

JIN TV dikeve sala xwe ya 8’an a weşanê. Bi vê wesîleyê yek ji pêşkêşvanên wê Samîa Kurdî diyar kir ku her sal zêdetir bi biryardarî têkoşîna jinan belge dikin û wiha got: “JIN TV televîzyona duyem a jinan ku li seranserê dinyayê weşanê dike. Ev yek zêdetir me motîve dike. Jiyan û serkeftinên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê re radigihînin.”

Bû dengê jinan

Samîa Kurdî da zanîn ku JIN TV ji avabûna xwe heta niha bi bername, dosya û nûçeyên jinan balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û wiha got: “Ev pêvajo ne asan bû, lê belê tevî hemû tengasiyên ku jin dijîn, JIN TV hebûna xwe didomîne. Ev bû 8 sal em li gel jinan in. Di dema xebatên xwe de me gelek zorî dîtin û hê jî em astengiyan dibînin. Lê belê hedefa me, di mijara belgekirina têkoşîna jinan û serkeftina wê de hêzê dide me. Di heman demê de em êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinan jî belge dikin. Mînak me gelek girîngî da çîrokên jinên beşdarî berxwedana parastina Bendava Tişrînê bûne.”

Bandora têkoşîna jinan 

Samîa Kurdî bal kişand ku di nava salan de JIN TV hişmendiya jinan di nava civakê de çawa guhertiye û wiha got: “Êdî civak jinan tenê weke hebûnek pêwîstî bi alîkariyê heye nabîne. Jin êdî bûne faktorek, difikirin, têdikoşin û diguherînin.”

NÛJINHA/QAMIŞLO/ŞÊRÎN MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.