‘Jin tenê û tenê bila yên xwe bin’

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Cotmeh 2021 - 23:29

  • Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin. Tîmên jinên ciwan ên volleybol, futbol, takwondo û karate yên ji tevahî herêmên Cizîrê beşdar bûn, her wiha hezkerên werzîşê jî amade bûn.

Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin. Tîmên jinên ciwan ên volleybol, futbol, takwondo û karate yên ji tevahî herêmên Cizîrê beşdar bûn, her wiha hezkerên werzîşê jî amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîde Nesan mîhrîcan pîroz kir û berxwedana gerîla a li dijî artêşa Tirk silav kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, çalakiyên werzîşê dest pê kirin. Tîma Serdem û Tîma Yekitiya Jinên Ciwan maça volleyballî lîstin. Tîma Serdem bi ser ket. Her wiha Dibistana Nimûr a Takwondo ya Navneteweyî gelek huner pêşkêş kirin, dûvre pêşbirk lîstokî hat lidarxistin û çalakî bi gerandina dîlan di ser stranan re bi dawî bûn. Di mîhrîcanê de, pirtûk û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şoreşa Rojava, Tevgera Azadiya Kurdistanê û pankartên "Jin tenê û tenê bila yên xwe bin" hatin pêşandan.

ANHA/QOMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.