Jin pêşengên kampanyayê ne

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:24

  •  ‘’Ez ji wan re dibêjim, nabe ku tevgereke rewa ya gel di 'lîsteya terorê' de be. Êdî gava me dibînin, dibêjin, Kurd PKK ne. Me ji Elmanan ji hêviya xwe bêhtir îmze berhev kirin.”

DENIZ BABÎR / DUISBURG

Kampanyaya îmzeyan ji bo ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin, li gelek navendên Elmanyayê dewam dike. Li bajarê Elmanyayê Duisburgê jin pêşengiyê ji kampanyayê re dikin; ew mal bi mal digerin, li kolanan dezgehan datînin û konan vedidin ji bo ku îmzeyan berhev bikin.

Kampanyaya li dijî lîsteya bicihkirina navê PKK’ê di “rêxistinên terorîst” a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) 5’ê Mijdara 2021’ê dest pê kiribû. Nivîskara xelatgira Nobelê Elfriede Jelinek, fîlozof Slavoj Žižek, pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech, damezirênera Dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û gelek kesên din ên navdar di nava Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Kurdan re Edalet de cihê xwe digirin. Vê înîsiyatîfê kampanya dabû destpêkirin. 

Mal bi mal digerin

Ji bo kampanyaya berhevkirina îmzeyan gelek kes çalak dixebitin. Li bajarê Elmanyayê Duisburgê Besra Uzun jî yek ji wan e. Ew 44 salî ye û ji 24 salan ve li Elmanyayê dimîne. Ew ji 2015’an ve di Meclîsa Jinan a li bajarê xwe de cih digire û ji ev du dewr in jî wezîfeya Hevberdevkiya YJK-E’ya herêma Dortmundê dike. 

Besra dibêje, li Duisburgê wan kampanya bi wê yekê da destpêkirin ku mal bi mal bigerin, ne tenê ji Kurdan, lê ji her kesî îmzeyan berhev bikin. 

Diçin çalakiyan hemûyan

Besra da zanîn ku ew li navenda Duisburgê hefteyê du rojan dezgeha agahdarkirin û îmze berhevkirinê datînin. Ew di heman demê de di çalakiyan de jî îmzeyan berhev dikin: “Salvegera komkujiya Parîsê, protestokirina komploya 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, protestokirina dagirkeriyê, û di gelek çalakiyên din de em îmzeyan berhev dikin. Mesela di Newrozê de, em jinên Dusiburgê qederê 600 îmzeyî berhev kirin. Em li dawet û teziyan de jî îmzeyan berhev dikin.”

Ta bi derziyê ve dikin

Besra dibêje, li her mala diçinê, pêşî ta bi derziyê ve dikin û bi teql behsa wê dikin ka çima ew ji bo vê kampanyayê dixebitin:“Em behsa komkujiyên li Kurdistanê, êşkence û zilma dewleta Tirk dikin û dibêjin PKK ne rêxistineke terorîst e. Li vir gelek Tirk jî hene. Di nava wan de jî hinek, destekê didin kampanyayê û îmze dikin.”

Hindik ma bigihin hedefa xwe

Besrayê got, hedefa wan li Duisburgê 4 hezar 500 îmze bûne û heta niha weke Meclîsa Jinê ya Asya Yukselê wan 3113 îmze berhev kirine û gava îmzeyên li derveyî tevgera jinê jî li vê zêde dikin ew nêzî hedefa xwe dibin. 

Besra dibêje, “Ji ber bawerîbixweanîna Rêber Apo bi me re çêkir, û îradeya wî bi me jinan re derxist holê, em vê xebatê wiha dimeşînin. Ev jî dike ku em di nava civakê de bêhtir xuya bikin. Jin ji mêran bêhtir beşdar dibin. Li Duisburgê û derdora wê, em ê li ser navçeyê û her bajarokî konan vedin û mal bi mal bigerin û kampanyayê berferehtir bikin.”

Dixwaze xwe bigihîne her kesî

Yek ji jinên îmzeyan li Duisburgê berhev dike jî Esme Yalçin e. Ew ji Kurdên Enqerê ye û ji 1997’an ve li Elmanyayê dimîne. Ew jî endama Meclîsa Jinê ya Asya Yukselê ye. Esme jî mal bi mal digere û behsa girîngiya kampanyayê dike. Esme dibêje, ew li rê û rêbazên din jî digere da ku xwe bigihînin her kesî. 

Elman elaqedar in

Ew beha tecrûbeyên xwe yên ji bo qanehkirina Elmanan dike û dibêje, “Gava em bi Elmanan re dipeyivin, em dibêjin, PKK ji zarokên me pêk hatiye, em PKK ne. Ez ji wan re dibêjim, nabe ku tevgereke rewa ya gel di 'lîsteya terorê' de be. Êdî gava me dibînin, dibêjin, Kurd PKK ne. Me ji Elmanan ji hêviya xwe bêhtir îmze berhev kirin.”

'Em PKK ne’

Esmeyê got, ew ê ji bo ku navê PKK’ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a YE’yê bê derxistin û hem jî ji bo ku qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê betal bibe, têkoşîna xwe bi awayekî çalak dewam bikin: “Bi xebateke ku ji hedefea me bibihure, em ê ji vê qedexeya bêmane re bibêjin, êdî bes e.

Êdî bes e, em PKK ne, gelê Kurd PKK ye”. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.