Jin li meydanan in

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:18

Zêdetirî 5 mehan e mamosta û karmendên nerazî yên deverên Raperîn, Silêmanî, Helebce, Germiyan û Koyeyê li dijî nedana mûçe û tayîn nekirinê di çalakî û boykotê de ne. Di nava van 5 mehan de mamosta û karmendên jin di rêzên pêş yên xwepêşandanê de cihê xwe girtine û pêşengiyê dikin. 

Mamosta Ara Bekir qala rola jinan a di xwepêşandanan de kir û got:“Cihê keyfxweşiyê ye ku weke mamostayên jin pêşengiyê ji xwepêşandanan re dikin. Heta em mafê xwe bidest dixin, xwepêşandan wê berdewam bin. Bêguman her şoreşa ku jin cihê xwe di nav de bigire, digihije serkeftinê. Em bang li hemû mamostayên jin dikin ku werin û daxwaza mafê xwe bikin.”

Mamosta Bêxal Hemed Emîn jî got:“Armanca jinan mezinkirina nifşekî leheng e. Di hemû şoreşan de û di her demê de jin pêşengiya civakê kiriye û wê bibin pêşeng. Mamosteyên jin xwendevanên xwe weke zarokên xwe dibînin. Ji herkesê zêdetir du qat rolê jinan di nava civakê de zêdetir e.”

Bêxal Hemed Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku werin û li kêleka mamostayên jin rawestin û daxwaza mafên xwe û zarokên xwe bikin.

ROJNEWS/QELADIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.