Jin dixwazin dorpêç bi dawî bibe
Duşem 15 Kanûn 2025 - 03:15

Jinên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê, polîtîkaya dorpêçkirinê ya ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve zêdetirî 3 mehan e tê sepandin red kirin û gotin ku bi nêzbûna werza zivistanê re ji ber dorpêçê nikarin mazotê dabîn bikin.
Niştecihên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ji ber dorpêça ku ji 6’ê Cotmehê û vir ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) ve tê ferzkirin, bi nêzbûna zivistanê re zehmetiyên mezin dibînin. Dorpêçê rê li ber ketina sotemenî, xurek û pêdiviyên tendirustiyê digire û rewş ji ber kêmbûna mazotê ku madeya germkirinê ya herî bingehîn e, xirabtir dibe.
Di vê çarçoveyê de jinên ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê têkoşîna xwe ya rojane ya di bin dorpêçê de vegotin. Xewla Muhammed destnîşan kir ku hinek malbat ji ber tirsa zarokên wan ji sermayê nexweş bikevin, neçar dimînin ku zarokên xwe neşînin dibistanê.
Xewla Muhammed Faysal, diyar kir ku malbat tenê dikarin bi betaniyeyan xwe germ bikin, tu vebijarkek din tune ye û daxwaz kir ku rayedarên berpirsyar riyên ber bi taxan ve vekin û got: “Bi vê yekê re wê zarok biçin dibistanê û pirsgirêka nexweşan sivik bibe.”
Rojna Muhammed a behsa zehmetiyên ku malbat ji ber sermayê dikşînin kir diyar kir ku ev dorpêç ji 15 salan zêdetir e didome. Rojna Muhammed, da zanîn ku ruxmê rejîm hilweşiyaye jî rewş neguheriye û dorpêça ji aliyê cîhadîstan ve tê ferzkirin, zêdetirî 3 mehan e didome.
NÛJINHA/HELEB/SÊRÎN MIHEMED















