Ji zîhniyeta dijmin rizgar bibin

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:35

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşîna madenê ya li navçeya Licik a Erzinganê daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye divê tavilê ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe. KCK’ê diyar kir ku bûyera li Licikê qewimî, car din nîşan da ku têkoşîna li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê çiqas girîng e û got: “Tirkiye divê tavilê ji vê zihniyeta rantker, talanker, çavbirçî û dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe. Divê hemû beşên civakê, hêzên demokrasî, ekolojîst, her kesê ku qîmetê dide mirov, civak û xwezayê li dijî vê zihniyetê helwesteke xurt raber bike. Êdî divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zihniyetê bê rizgarkirin, xweza bê azadkirin, jiyan demokratîk bibe.”

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:’’Weke tê zanîn di salên dawî de li gelek deverên cîhanê bi siyanûrê lêgerîna li zêr hatiye qedexekirin, madenên ji vî cûrî hatine girtin. Sedemê vê yekê texrîbata ku siyanûr bûye sedem. Kîmyewiyên bi jehr hem ji jiyana mirov hem jî ji xwezayê, xak, av, şînkahî û hemû zindiyan re xeteriyeke cidî çêdike. Ev encam di gelek bûyerên qewimî de ne, hatine tecrûbekirin. Heman tecrûbe li Tirkiyeyê jî çêbûne. Li ti deverên din ên cîhanê bi qasî li Tirkiyeyê karesatên ku kîmyewiyên bi jehr û maden bûne sedema wê, nîne. Bi taybetî bi desthilatdariya AKP’ê re Tirkiye çend caran rû bi rûyê van karesatan maye. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê siyaseteke di çarçoveya mirov, civak û xwezayê de nameşîne, bi temamî siyaseteke tenê bi armanca rant û hilweşînê dimeşîne. Ev zihniyet û siyaseta dijminê mirov, civak û xwezayê di bin rêveberiya AKP-MHP’ê de hîn zêdetir bûye. Rewşa li Licikê qewimî, mînaka vê ya dawî ye. 

Mezopotamya di xetereyê de ye

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi sefseteyên faşîstên mîna Hîtler û Mussolînî yên ‘herêmî û neteweyî’ bi salan e hewl dide sûcên xwe veşêre, bixapîne û civaka Tirkiyeyê bêdeng bike. Mixabin ji ber ku muxalefeta li Tirkiyeyê ji desthilatdariyê ne cudatir e û di bin bandora îdeolojiya neteweperest de ye, rûyê sexte yê desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare eşkere bike û hewl nadin ku civak rastiyan bi awayekî zelal bibînin. Hêzên demokrasiyê jî qels in, bi îradeyeke hevpar nikarin gaveke radîkal biavêjin, nikarin vê zîhniyeta rantxwarî, çavpere, antî-xwezayê û mirovahiyê tehşîr bike û rawestînin. Ji ber ku ev hemû li Tirkiyeyê nayên kirin, desthilatdariya AKP-MHP'ê vê sefseteyê li her derê mîna ku tiştekî nû û baş e bi kar tîne û pêşî li nerazîbûnên civakî digire. Li vir rewşeke pir cidî heye. Dibe ku madeyên kîmyewî yên jehrî tevlî ava Firatê bibe û tejaneya Mezopotamyayê bikeve nava metirsiyeke mezin. Ne tenê Erzîngan û Licik, tevahiya Mezopotamyayê ketiye nava xeteriyê. Weke ku tê zanîn, çemê Dîcle û Firatê bi hev re tejaneya Mezopotamyayê pêk tîne û heta Kendava Basrayê dirêj dibe û diherike nava deryayê. Jehrîbûna Çemê Firatê tê wateya ku mirov, nebat, ajal, ax, av û mîkroorganîzmayên li van hemû deveran di xeteriyê de ne. Em bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ne. Divê Tirkiye di zûtirîn demê de dev ji vê zîhniyeta rantê, talanker a li dijî xwezayê û li dijî mirovahiyê berde. Pêwîste hemû beşên civakî, hêzên demokrasiyê, ekolojîst û her kesên qîmetê didin mirovan, civakê û xwezayê, li dijî vê zîhniyetê helwesteke xurt nîşan bidin. Niha divê Tirkiye û Kurdistan ji vê zîhniyetê rizgar bibe, xweza azad bibe û jiyana demokratîk pêk were.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.