- Tevgera Çand û Hûnerê li navçeya Til Temirê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.
Bi armanca zindîkirina ruhê çandê li cem zarokan, Tevgera Çand û Hûnerê li navçeya Til Temirê şahiyek li dar xist.
Beriya bi du mehan Tevgera Çand û Hûner a Demokratîk li navçeya Til Temirê, serdana bi dehan malbatan kirin. Armanca serdanê ew bû ku malbat karibin piştigriyê bidin zarokên xwe û zarokên wan hînê çanda resen bibin. Bi vê armancê gelek malbatan zarokên xwe şandin navenda Çandê. Mamosteyên mûzîk, stran û alavên hûnerî, zarok perwerde kirin. Piştî perwerdeyê li Navenda Çand û Hûnerê ya Demokratîk şahiyek hat lidarxist. Di şahiyê de bi dehan malbatên zarokan û zarok amade bûn.
Endama Navenda Çanê ya Kevana Zêrîn Reşa Hisên, derbarê çêkirina vê şahiyê de got, "Navenda Çand û Hûner bûye hembêza hemû zarokan. Em daxwaz dikin ku malbat jî piştgiyê bidin zarokên xwe da ku bêhtir çanda xwe nas bikin."
Piştî axaftinê 3 komên stranan, stranên xwe pêşkêş kirin. Paşê lîstika şanoyê ya bi navê "Zaroktî" hat nîşandan.
JINNEWS/HESEKÊ