Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Zagrosan heta Botanê her der li dijî êrişên dagirkeriyê kirine qada çalakiyan. Di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da: "Di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' hêzên me ji Botanê heta Zagrosê çalakiyên xwe dewam dikin.
Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 6'ê Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra yê herêma Metînayê du çalakiyên hevdem kirin. Heman rojê ji hewayê ve li dagirkerên li vê derê hate xistin. Di encama her sê çalakiyên serketî de derb li dagirkerên li ser Girê Zendûra hate xistin.
1'ê Gulanê li herêma Cûdî li dijî dagirkerên li qada Deriyê Warayê çalakiya sûîqestê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê
6'ê Gulanê li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser girên Zendûra yê Mezin û Zendûra yê Biçûk bi çekên giran çalakî hate kirin. 3 roketên katyûşa li Girê Zendûra yê Mezin li kozikên dagirkeran hate xistin. Li Girê Zendûra yê Biçûk jî 2 roketên katyûşa li kozikên dagirkeran hate xistin. Di her du çalakiyan de derb li çeperên dagirkeran hate xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê
6'ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li Qela Mamreşo û Girê Şehîd Mûnzûr bi doçkayan çalakî hate kirin. YJA Starê li herêma Avaşînê bi hawanan li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar û bi doçkayan li dagirkerên li ser heman girî hate xistin.
Li herêma Avaşînê li ser Girê Şehîd Serdar ji bo 15 deqeyan şer qewimî. Agahiyên berfireh ên li ser vî şerî dema bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
Dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrişê li qada Aris Faris a herêma Avaşînê dest bi operasyonekê kirin. Dema ku dagirkeran hewl dan bikevin çeperên şer, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan û dest li wan werdan. Bi qasî ku hate zelalkirin dagirkerek di vê çalakiyê de hate cezakirin. Şerê li vê qadê heta êvarê dewam kir. Saet di 20:00 de hêzên me bi çekên termal derbeke giran li dijmin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Di şerê li vê qadê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin.
Dîsa gazên jehrî bi kar anîn
6 heta 7'ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li qada Aris Faris ku derbên giran ji berxwedana hêzên me xwarin û nekarî encamê werbigire, careke din gazên bi jehr bi kar anîn û xwest bi vî rengî bikeve nava çeperên şer. Hevalên me li vê derê bi bombeyên destan û çekên ferdî 7'ê Gulanê serê sibehê çalakiyeke êrişê kirin û derbên giran li dagirkeran xistin, ew qewirandin. Şerê li heman qadê hîn jî dewam dike.
6'ê Gulanê, li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan çalakiyeke koordîneyê ya gerîla li dijî dagirkeran hate lidarxistin. Destpêkê hêzên me yên çalak xwe berdan nava dagirkeran, bi bombeyên destan û çekên ferdî li kozikên dagirkeran xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin. Piştre jî baskê parastinê ji 3 baskan ve li dagirkerên li ser gir xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
ANF/BEHDÎNAN