• KCK: Wê meydanê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê pir tirsandibû.

Hevseroktiya Konseya Reveber a KCK’ê têkilî salvgegera Komkujiya Garê ya Enqerê daxuyaniyeke niviskî da û got, "Heke wê faşizm were hilweşandin û demokrasî were avakirin, heke gelên Tirkiyê wê azad bibin naxwe divê em wê tifaqa li wê meydanê pêk bînin û têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê geş bikin. Wê meydanê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê pir tirsandibû."
KCK’ê têkilî salvegera Komkujiya Garê ya Enqerê got: ‘’Em şehîdên komkujiya Garê ya Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015ʼan bi minet û hurmet bi bîr tînin, em dîsa sond dixwin ku em ê hesreta wan Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad ava bikin.
10’ê Cotmehê li dijî yekîtiya wekhev, demokratîk û azad a gelên Tirkiyê, li dijî hesreta ji bo azadî û demokrasiyê ev êrîş hatiye kirin. Desthilata AKP-MHP’ê ya ku bi DAÎŞ’ê dixwest ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyê biçewisîne ev êriş kir.
Komkujiya Garê ya Enqerê ya 10’ê Cotmehê û berdewamiya komkujiya 5’ê Hezîranê ya Amedê û ya 20’ê Tîrmehê ya Pirsûsê ye. Êrîş li dijî wan hêzan bûye ku li dijî desthilata AKP’ê têdikoşîn. Bi vî rengî ji bo desthilata AKP’ê li ser piyan were hiştin û li dijî hêzên demokrasiyê ji bo ku şer were domandin ev komkujî hatine kirin. Ne tesadufe ku êrişên li hundir û derve ku tê gotin DAÎŞ’ê kirine li dijî wan hêzên siyasî û civakî bûne ku li dijî desthilata AKP’ê ne. Ev diçespîne AKP û DAÎŞ çendî di zik hev de ne.
Em hêzên azadiya Kurd li ser dilsoziya şehîdên 10’ê Cotmehê, em ê rastiya ku ew jê ditirsin, yekîtiya azad û demokratîk a gelan ava bikin. Li ser vî bingehî em bang dikin gelê Kurd û gelên Tirkiyê di têkoşîna li dijî faşîzmê de bibin yek, Tirkiyê demokratîk bikin, dadmendî û azadiyê bi cih bînin.’’

ANF/BEHDÎNAN