Ji xwe bawer bin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:22

ŞÊRÎN MIHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rê li ber jin û zarokên keç vekir ku kêrhatiyên xwe bi pêş bixin. Li bajarê Qamişlo yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ciwan ji bo kêrhatiyên xwe derxînin holê di beşa huner û spor, mûzîk û hwd. de xwe pêş dixînin. Mereh Ezîz a 16 salî ji bajarê Qamişloyê ye hezkirina wê hem li hrmberî xêzkirin hem jî futbolê heye dibêje:"Ez hem wêneyan xêz dikim, hem futbolê dilîzim. Tevî hemû zehmetiyên li pêşiya min derketin jî min berdewam kir û dest ji xeyalên xwe berneda. Di malbata min de ya ku herî zêde piştgiriya min kir xwişka min bû. Hemû alavên wênexêziyê ji min re anîn.”

Dixwazim pispor bim

Mereh Ezîz li ser awayê fêrbûna wênexêziyê wiha got:"Dema min dest bi wênexêziyê kir tu rexne nehatin ji min re ji ber wê min bi israr berdewam kir. Ez bi riya dîjîtal medyayê fêr bûm. Min ji rûtînê hez nedikir min dixwest her dem xwe bi pêş bixim. Lewma min perwerdeya wênexêziyê dît ji bo behreya xwe bi pêş bixim û tê de pispor bibim. Ez beşdarî gelek pêşangehên xwecihî yên li herêmê bûm. Ez niha hewl didim projeya xwe ya vekirina qehwexaneyeke taybet ji bo wênexêzan pêk bînim, ji bo ku her kes bibîne em çawa wêneyan xêz dikin."

Futbolê jî dilîze

Mereh Ezîz beriya du salan tevli tîma Peyman a futbolê bûye û wiha gotinê xwe bi dawî kir:"Min gelek piştgirî ji hevalên xwe yên di tîmê digirt. Min guh nedida gotinên ku di nava civakê de ji jin û zarokên keç dihatin gotin. Malbata min dizanibû ez ê bi ser bikevim. Ez bang li hemû jinên ciwan ên ku kêrhatiyên wan heye dikim ku ji xwe bawer bin û xwe bi pêş bixin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.