Ji xiyanetê re gotin na!

Sêşem 10 Îlon 2024 - 01:25

Ciwanên Kerkûkê li dijî xiyaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li nava bajêr pankartên ku wêneyên Erdogan û Barzaniyan li ser hebûn hilawistin û xiyaneta binemala Barzanî şermezar kirin. Ciwanan li ser pankartên bi nivîsên; ‘Destên binemala Barzanî bi xwîna zarokên vî welatî sor e’ û ‘Em ê bi xwîna xwe Kurdistanê biparêzin, dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta binemala Barzanî red dikin’ nerazîbûna xwe ya li dijî xiyaneta binemala Barzanî nîşandan. Ciwanan pankart li navenda bajêr, cihên giştî, bi taybetî jî derdora qelaya Kerkûkê, taxên Şurîce, Penca Elî, Kurdistan, Ronakî, Erefe û Rizgarî hilawistin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.