• Xirabreşk wê deriyê gelek zanistan li ber me veke. Jixwe wateya Newrozê jî rohnîkirin, zanebûn û têgihiştin e. Dema em behsa zayîna Mîtrayê û keşifkirina agir dikin, esas em behsa şoreşa fikr û zanistê dikin. Rêber Apo jî bi derketina xwe careke din agirê zanistê pêxist û ronahî pêşkêşî mirovahiyê kir.

GELAWÊJ EWRÎN

Di hembêza Zagrosan de li lûtkeyên herî bilind ên van çiyayan heta niha jî şopa agirgehên pîroz bi cih mane. Li ser her çiyayekî bilind ê vî welatî, mirov teqez rastî agirgehan tê. Mirov pê dihese ku şerê jiyanê bi hezarê salan li ser van xakên pîroz hatiye kirin. Şerê hebûnê di her bihosta vê xakê de watedarbûna jiyanê nîşanî mirovî dike. 

Dibêjin şeva Mîtra ji dayik bûye, şevên tarî bi dawî bûne û êdî rojên dirêj nemane, tîrêjên rojê hêdî hêdî bedena zemîna me germ kirine. Êdî zivistan bi dawî dibe û bihar dest pê dike. Ji vê şevê re jixwe dibêjin, Şeva Yelda. Gelên Aryayî her yek bi awayekî vê şevê pîroz dikin. Lê ya hevbeş ew e ku heta sibehê kes xew nake. Xew wê şevê mirin e. Divê tu heta berbangê hişyar bimînî û şahidiyê ji vê guhertina mezin re bikî, divê tu bibî şahidê zayîn û jidayikbûna Mîtrayê, ronahiyê. Di kevneşopiya gelek xelkên Aryayî de vê şevê divê mirov tiştên bi şîrîn bixwe û vexwe. Sembola vê şevê rengê sor e, ji ber ku Mîtra ji agir tê dinyayê, rengê sor di heman demê de rengê jin û jiyanê ye. Di gelek mîtolojiyan de jî Mîtra ji lihevketina du zinaran yan jî du kevirên mezin tê dinyayê. Esas,  ev wek destpêka keşifkirina agir e. Yan jî mirovahiyê bi keşifkirina agir wate da jiyana xwe û jiyanê bi agir û şewqa wê ya germ di sînga serma û seqemê de dest pê kir. 

Xwedawenda roj û ronahiyê

Destpêka jiyanê li Mezopotamyayê weke jidayikbûna Mîtrayê tê pîrozkirin, Mîtra xwedawenda zayîn, roj, ronahî û hebûnê ye. Xwedawend û dayika jiyanê ye. Rojên wê bigihihîjin biharê bi vî rengî ji Çileyî destpê dikin heta bi Adarê dewam dikin. Keşifkirina agir, jiyanê misoger dike. Bihar tê û qeşa dihelin li ser lûtkeyên çiyê. Gul dibişkivin, dar xunçeyan didin û xweza dixemile. Bi xweşiya xwezayê re mirovahî jî şad û serxweş dibe. Mirova fam dike ku peywendiyek xurt û bihêz di nabera mirov û xwezayê de heye. 

Bi demê re her ku êriş li ser vê jiyanê çêbûye, têkoşîna ji bo parastina jiyanê jî zêdetir çêbûye. Her ku hewl hatiye dayin jiyan were bêwatekirin, mirovahiyê rêbazên xuliqkar bi kar anîne ji bo parastina jiyanê. Balkêş e ku mirovahiyê tenê jiyana xwe esas negirtiye, her ruhberê ku li ser rûyê erdê jiyaye, pîroz e û li derveyî vê cejna hebûn û roşeniyê, nehatiye hiştin. Mirovahiyê, cejna xwe û ya gerdûnê pîroz kiriye. Demsal tevlî kêfxweşiya xwe kiriye, stêrk, heyv û roj gerdûn hemû tevlî şahiya xwe ya serketinê kiriye. Li beramber hişmendiya tarî ku êrişî nirxên wê yên pîroz kiriye, şerê ji bo jiyanê daye destpêkirin. Şerê xwe paralel bi xwezayê re û di nava ahengekê de meşandiye.

Her bihar, jiyaneke nû û rojeke nû ango Newrozê îfade dike. 

Tekoşîn agirê Newrozê gur dike

Dema salek dibihure û saleke nû dest pê dike, di roja Newrozê de encama şerê jiyanê û serektina wê tê pîrozkirin. Ango wê salê te çi çandiye, tu yê berhema wê jî bi qasî keda xwe hilînî. Te bi rojên tarî, bi zalim û çavnebaran re çiqasî şerekî dijwar kiribe, te çiqasî serketin misoger kiribe, ewqasî jî tu dikarî Newroza wê salê pîroz bikî. Heger te zalim bi bin xistibe yan jî tu bixwazî sala li pêşiya xwe ronahiyê pêşkêşî welatê xwe bikî, azad bijî, wê demê tu yê Newrozê jî li gorî wê pîroz bikî. Li Mezopotamyayê geşbûn û gurbûna agirê Newrozê, girêdayî asta tekoşîna li dijî tarîtî û zilmê ye. Mezinbûna tekoşînê, agirê Newrozê geş dike. Kurdistan her ku di siya mirin û zilmê de difetise û koletî lê tê ferzkirin, Newroz di wateyên cuda de tê pîrozkirin. 

Xwestin ocax û agirgehan bitefînin

Gotina efsûnî ya Rêber Apo ya 'Kurdistan mêhtingeh e!' sedem û behaneya herî mezin a tekoşîna azadiyê di rojên Newrozê de ye. Heger em rewşa Kurdistanê ya di tarîtiyê de rast şirove bikin, em ê bigihîjin wê rastiyê ka bê Rêber Apo çima di rojeke wek roja Newrozê de ew jî li Enqereyê ango paytexta vê taritî û zilmê, armanca xwe ya derketinê ji bo cara yekê ji hevrêyên xwe re eşkere kir. 50 sal bi ser wê rojê re derbas dibin, ango di bihara 1973’yan de Rêber Apo perdeya reş a mirinê da aliyekî; mêhtingerî ev perdeya tarî ya zilmê bû ku tevahiya Kurdistanê di bêdengiya mirinê de veşartibû. Li Kurdistanê, ev demeke dirêj bû ku kirasê reş ê zilmê bi ser bejna wê ve hatibû berdan.

Welatê ku Mîtra di himbêza wê de welidiye, welatê ku di her bihosteke wê de agirgehên pîroz ên magên Zerdeştî bi cih mane. Jixwe armanca Dehakan ew bû ku tevahiya ocax û agirgehên pîroz bitefînin û kor bikin. 

‘Gelê Kurd gelê Newrozê ye’

Mêhtingerî zivistaneke sar û dirêj bû ku xwe li bedena Kurdistanê pêçabû. Hîmên PKK´ê di bihareke wiha pîroz de hat danîn. Newroz heta wê demê jî bi rengekî kêm û bi tirsonekî dihat pîrozkirin, yan jî li gelek cihan êdî nedihat pîrozkirin. Ji cewhera xwe ya rast ji mêj ve dûr ketibû û bi wateya xwe ya heqîqî nedihat pîrozkirin. Lê bi gotina Rêber Apo ya ‘Gelê Kurd gelê Newrozê ye!’, Kurd ji xewa giran a salan rabûn û her kes bi xwe hesiya ku Newroza wan yan jî bihara wan a jiyanê bê wate bûye. 

Bi carekê li paytexta zilmê, pêtên agirê Newrozê tîna xwe da her kesî. Rêwîtiya yekemîn a ber bi Kurdistanê ve, ango ber bi Agiriyê ve gelekî bi wate ye. Rêwîtiya Rêber Apo a ber bi Agiriyê ve ji bo pêxistina agirê Newrozê li ser çiyayê herî bilind ê Kurdistanê bû, agirê Newrozê li ser banê Kurdistanê dihat pêxistin. Mirov vê meşê wek meşa agirîn, meşa Newrozê binirxîne, wê rasttir be. Meşa Newrozê ya ku diçû Kurdên mirî yên li ser bilindahiya Agiriyê di goristaneke bêdeng de hatibûn binaxkirin, zindî bike. Mirov vê zayîna Rêber Apo dikare wek dewama zayîna Mîtra di Şeva Yelda de bibîne. Di Şeva Yelda de hinar tê xwarin, ev jî xwedî wateyekê ye. Li cem Zerdeştiyan gelek wateyên hinarê hene, pîroz e. Sembola Wehdetul Wucûd e! Ango civakbûneke gelekî bi hêz îfade dike. Bi hezaran ruhî di bedenekê de temsîl dike. Rêber Apo jî tam li gorî vê rastiyê gavên destpêkê avêtin. Civaka Kurdistanê ji hev ketibû. Di şexsê Kurdan de gelên din jî ji civakbûna xwe û ji rastiya xwe ya dîrokî dûr ketibûn. Nemana hêviyê, li ser sifreya mirovan feqîrî û hejartî her sibeh li nav çavê wan dida. Beden bi aliyekî û ruh bi aliyekî, welatek parçebûyî û rastiyek bê nasname hebûn. Li dor agirgehên Newrozê yekbûna ruh û bedenê bi qasî keşifkirina agirê destpêkê yê jiyana mirovahiyê, girîng û dijwar bû. Ji bo wê jî çawa mirovahiyê bi hezarê salan ev roj bi cejn û roşen pîroz kiriye, divê sala 50´î ya vê cejna mezin were pîrozkirin. 

50 salên serfirazî, şanazî û azadiyê

50 sal in Kurd pê hesiyane ku xwedî dîrokeke ewqasî kevnar in, pê hesiyane ku ji zarokên roj û agir in. Pê hesiyane ku divê li dor agirê xwedawendan bibin Wehdetul Wucûd! 50 sal in em şerê azadiyê dikin di her bihara jidayikbûna Mîtra de. Serê vê rastiyê hatibû nixumandin, yê ev perdeya reş li ser dil û mêjiyê me daxist Rêber Apo bû. Ev zanebûna dîrokî ya Rêber Apo mirov dikare bibe heta bi rastiyên veşartî yên di Xirabreşkê (Xirawreşkê) de. Ew xelata herî mezin a xwedawendan e ku ji navika mirovahiyê ango ji nava dilê Xirabreşkê derketiye. Xirabreşk jî di bin xweliyeke cemidî û sar de hatibû jibîrkirin. Bi rastî derketina Rêber Apo ji cihekî wek bajarê Rihayê jî esas wek rojeke nû ye ku xelata xwedawendan ji bo me ye. Jixwe li gorî sala Kurdî ya Newrozê, Rêber Apo jî 15’ê Newrozê de hatiye dinyayê. 

Her çend Rêber Apo bixwe bi zimanê xwe, bi fikir û felsefeya xwe gelek wateyên mezin li vê derketinê bar kirine, ya herî girîng ew e ku mirov di sala 50´î ya vê derketina mezin de, careke din vegere û li wateya Zayîna Newrozî û Agirîn bikole. Naskirin û fêhmkirina Rêber Apo wê me hîn zêdetir nêzî heqîqeta Newrozê bike. Bi lêkolana kesayet û felsefeya Rêber Apo, mirov dikare Rihayê baştir nas bike. Naskirina Rihayê wê me bibe heta bi Xirabreşkê. Xirabreşk wê deriyê gelek zanistan li me veke. Jixwe wateya Newrozê jî rohnîkirin, zanebûn û têgihiştin e. Dema em behsa zayîna Mîtrayê û keşifkirina agir dikin, esas em behsa şoreşa fikr û zanistê dikin. Rêber Apo jî bi derketina xwe careke din agirê zanistê pêxist û ronahî pêşkêşî mirovahiyê kir. Ji bo wê jî mirovahî û bi taybetî gelê Kurd deyndarê van 50 salên tekoşînê ye. 

50 salên serfirazî, şanazî û azadiyê li hemû zarokên agir û rojê pîroz be!