Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 15 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: “1’ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, di navbera qereqolên Hopê û Kirpman a li qada Geliyê Ûranisê de, li dijî dagirkerên ku bi wesayita Transît di rê de bûn çalakî hate lidarxistin. Destpêkê bi rêbaza sabotajê çalakî li dijî wesayitê hate kirin. Piştre jî bi çekên ferdî lê hate xistin. Di encamê de serpelek û binefserek jî di nav de 8 dagirker hatin cezakirin.
Di vî şerî de hevrêyên me Êriş Garzan, Egîd Çiyager û Dijwar Hezex heta fîşeka dawî şer kirin, bi berxwedaneke destanî şehîd bûn.Di çarçoveya
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
Hêzên HBDH'ê 14'ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
15'ê Hezîranê li qûntara Geliyê Milîtan, li dijî dagirkerên kemîn danîbûn bi rêbaza sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
14'ê Hezîranê li qadên Basya û Stûnê yên herêma Avaşînê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Qada Girê Sor û Girê Suleyman bi balafirên şer hatin bombekirin. Paşê dagirkeran bi helîkopteran hêzên xwe danîn ser Girê Suleyman û girên derdorê. 15'ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Suleyman bi çekên ferdî çalakî hate kirin. Dagirkerên ku derb xwarin ji neçarî gavekê vekişiyan. Li dijî dagirkerên li ser Girê Suleyman 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.”
ANF/BEHDÎNAN