- Jinên Başûr dibêjin, êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin ku xwîna xelkê Başûrê Kurdistanê bi erzanî hatiye firotin. FED-MED, FED-DEM û FED-KURD’ê jî bi daxuyaniyan xiyaneta PDK’ê şermezar kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker rojane gund û bajarên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef. Jinên Herêma Raperînê ya ser bi Silêmaniyê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de axivîn. Federasyonên komleyên Kurdan li Elmanyayê jî ji PDK´ê xwestin dev ji xiyanetê berde.
Serwîn Celal a li Raperînê, dibêje, bi salan e ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xelkê sivîl dewam dikin, her ku diçe ev êriş zêde dibin û dewleta Tirk xelkê sivîl dike hedef. Serwîn dibêje, êriş, nîşan didin ku Başûrê Kurdistanê bê xwedî ye: “Aliyên siyasî li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, ti helwêstê nîşan nadin. Herkes li hemberî êrişan bêdeng e, em dibînin di van rojên dawî de gelek kes hatin şehîdkirin. Wateya van êrişan ew e ku xwîna xelkê me bi erzanî hatiye firotin, ji bo wê jî aliyên siyasî bêdeng in.”
Bila her kes xwedî helwêst be
Esmer Elî jî destpêkê bang li her kesî kir da ku li dijî Erdoganê faşîst xwedî helwêst be û wiha peyivî “Tirkê faşîst bi salan e Kurdan qetil dike, destpêkê Kurd hatin parçekirin, ji wê rojê ve jî ranewestiyane. Li hemberî êriş û dagirkeriyê jî ti helwêst nîne. Heger sibe jiyan û azadî ji bo têkoşeran nemîne, wê ji bo xiyanetkaran jî nemîne.”
Esmer dawiyê de got, “Erdogan li her çar beşên Kurdistanê dest bi qetikirina Kurdan kiriye û dewam dike. Her kesê ku bêje ez Kurd im, dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker, divê her kes xwedî helwêsteke cidî be.”
Li dijî xiyanetê helwêst divê
Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamya li eyaleta Elmanyayê NRW´ê (FED-MED) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got, “Artêşa Tirk bêyî ku ti rêgezên şer nas bike, bi teknîkeke bêsînor êrişên xwe yên sûcên şer didomîne. Bi berxwedana hêzên gerîla êrişên dewleta Tirk tên pûçkirin. Hevkarên wan jî, yên mîna Elî Ewnî ji bo parastina kolonyalîzmê, eşkere xiyanetê dikin. PDK ne amûreke ji rêzê ya êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk e. Ev xeta xayîn, xeteke xeter e ku xizmeta kolonyalîstan dike û zirarê dide berjewendiyên gelê Kurd. Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd, divê em li her derê, li dijî kolonyalîzm û xiyanetê bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedanê mezin bikin.”
Êdî tehamula me nemaye
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) jî li ser hevkariya PDK'ê ya bi artêşa dewleta Tirk a dagirker re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de FED-DEM'ê bi bîr xist ku herî dawî ji berpirsyarên polîtburoya PDK'ê Elî Ewnî bi daxuyaniyên xwe hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker û dijminatiya li tevgera azadiyê eşkere nîşan da û got, “Ew kes di tesfiyekirina PDK a Rojhilat de bi roleke mezin rabûye. Ev erêkirina xiyanetê ye û ji bo gelê me sînorê sebir û tehamulê tîne asta dawî. Em bang li gel û dostên xwe hemûyan dikin da ku li dijî vê tevgera dagirkerî û xiyanetê bêdeng nemînin. Em bi yek dengî li ber dijminên Kurdistanê rabin.”
PDK zêdegaviyê dike
Federasyonên komeleyên Kurdan li rojhilatê Elmanyayê, FED-KURD'ê jî nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK'ê da û got, “Divê gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê li ber vê xiyanetê rabe. PDK ji zû ve ye ku zêdegaviyê dike. Elî Ewnî tevî ku rêveberekî PDK'ê ye, weke rayedarekî dewleta Tirk ê li nava PDK'ê diaxive. Em li ser navê rêveberî, meclîs, komên baweriyan û pêkhateyên xwe van gotinên dijminane yên li nava PDK’ê, bi tundî şermezar dikin û bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin da ku li hemberî vê yekê helwêstê nîşan bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN