Ji Werxelê û Tabûra Ereban vekişiya

În 19 Mijdar 2021 - 23:02

  • HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker nekarî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla bisekine, ji tirsa derbên girantir ji deverên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiya.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker nekarî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla bisekine, ji tirsa derbên girantir ji deverên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li deverên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dan destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hat pêşwazîkirin.

Dagirkeran nekarî li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên girantir bixwin, ji deverên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.

16’ê Mijdarê saet di 09:30’î de li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê bi balafirên şer hatin bombekirin.

17’ê Mijdarê saet di navbera 14:40-15:20’î de li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hate bombekirin.” 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.