Ji TJK-E’yê ji bo Ocalan kampanyaya nameyan

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 03:15

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rawestandina êşkenceya li Îmraliyê ew ê ji 21’ê Cotmehê pê ve ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dest bi kampanya nameyan bikin.

Tecrîd bûye qirkirin

Di daxuyaniyê de tecrîda giran a van 43 mehên dawî ya  li ser Rêber Apo hate bibîrxistin, hate diyarkirin tecrîd li dijî gelê Kurd bûye êrîşeke qirkirinê.

Bi domdarî salvegera 2’yan a Pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hate destnîşankirin û hate gotin,’’Ji bo ev hevgirtin û yekîtiya mezin hîn bêhtir xurt bibe, mezin bibe û pêş bixe; Girîngiyeke mezin e ku li dijî şer, qirkirin, mîlîtarîzm, zayendîperestî, nîjadperestî, wêrankirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê veguhere seknekê.’’

Berxwedana dîrokî didomîne

TJK-E’yê wiha got: ‘Rêbertiya me 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de, ji bo azadiya jin, civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Ji bo çareseriya gelek pirsgirêk û şerên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojiye bi pêş xist.’’

Divê tecrîd rast were pênasekirin

TJK-E’yê anî zimên divê Komîyeteya Wezîran pergala tecrîdê ji nû ve pênase bike û got,’’ Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara ku daye, ji nû ve bigire dest û sîstema Îmraliyê rast pênase bike. Dirêjkirina pêvajoyê saleke din, ji aliyê gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ve nayê qebûlkirin û tê wateya sîstema êşkenceyê ji nedîtî ve tê. Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo rawestandina êşkenceyê divê bi lezgînî gavên pratîk bavêje.

Bi vê wateyê em wek Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) di 21'ê Cotmehê de kampanyaya xwe ya nameyan li ser bingeha kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê' ji Konseya Ewropayê re didin destpêkirin. Em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku bi daxwaznameyên xwe yên nivîskî re piştgiriyê bidin rewşa Rêbertî. Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.’’

Ji bo meşa Kolnê seferberî

TJK-E’yê bal bire ser meşa Kolnê ya 16’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêber Ocalan were lidarxistin û got,’’Her wiha bi vê kampanyayê re em ji bo meşa dîrokî ya mezin a ku em ê di 16'ê Mijdara 2024'an de li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo lidar bixin, dest bi seferberiyê dikin. Bi îradeya ku jin, gelê Kurd û dostên wan nîşan bidin re, em ê careke din azadiya Rêber Apo li qadan biqîrin û ji bo biryarên ku di civîna Wezîran a Konseya Ewropayê hatine girtin nemîne saleke din, em ê têbikoşin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.