Ji TJK-E’yê ji bo CPT’yê nameyên tecrîdê

În 21 Hezîran 2024 - 01:45

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo ku balê bibin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nameyan ji CPT’yê re dişinin. Bi çarçoweya kampanyaya şandina nameyan li Marsîlya ya Fransayê û li Cinêv Lozan û Sîon ên Swîsreyê gelek name ji CPT’yê re hatin şandin.

Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê xebat dimeşîne, bi çarçoveya şandina nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) de ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hezar name şandin.

Yek ji endamên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Arzû Denîz bertek nîşanî helwesta CPT’yê ya nehesas da û bang kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Arzû Denîz got: “Demeke dirêj e ku em agahî ji Rêbertiyê nagirin. Em dixwazin dengê Rêbertiya xwe bibihîzin, ji ber vê yekê dixwazin CPT erka xwe cih bîne. Adalet Taş jî diyar kir ku heta ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin wê çalakiyên wan dewam bike.

Jinan piştre çûn postaxaneyê û hezar nameyan dan posteyê.

Her wiha bi  sedan îmzeyên ku ji aliyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve li bajarên Cenevre, Lozan û Sionê yên Swîsreyê hatin berhevirin ji CPT re hatin şandin.

Cinêv

Bi sedan îmzeyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinê ya Sema Yuce ve hatin komkirin, ji postexaneya Mont-Blancê ji bo CPT’yê re hatin şandin.

Li ser navê Înîsiyatîfê Tuba Yilmaz daxuyanî da û destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û bang li CPT kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Lozan

Endamên Meclîsa Jinê ya Lajîn li ber Postexaneya Riponne li hev civiyan  û nameyên îmzekirî dan posteyê.

Li ser navê Meclîsê Rûken Azîk têkildarî kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re ku ji aliyê TJK-E ve hatiye destpêkirin agahî da. Rûken Azîk got: “Zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Rêber Apo nikarin bigirin. CPT mebûr e ku guh bide gelê Kurd û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Piştî daxuyaniyê nameyên îmzekirî yên gelek siyasetmedar, hunermend û kesên naskirî  ji CPT re hatin şandin.

Sîon

Endamên Înîsiyatîfa Jinê ya Kantona Valaisê jî li ber postexaneya navendî ya li paytext Sîonê li hev civiyan. Nurdan Ateş li vir daxuyanî da û bal kişand ser kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de hatiye destpêkirin û wiha got: “Bi çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ li tevahiya cîhanê bi taybet li Ewropayê kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re hat destpêkirin. Em di 2’emîn qonaxa pêngavê de îro ji bo ku CPT berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, nameyên îmzekirî dişînin.”

Piştre nameyên îmzekirî ji CPT’ê re hatin şandin.

Endamên YJK-S’ê 20’ê Hezîranê Zurîhê, 21’ê Hezîranê li Aarau, 22’ê Hezîranê li Baselê ji CPT’ê îmzeyan bişînin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.