Ji TJA’yê deklarasyona 8'ê Adarê
În 21 Sibat 2025 - 03:15
TJA'yê diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi şîara "Em li dijî komkujiya jinan serî hildin û ji bo azadiyê dimeşin" pêşwazî bikin û banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê. Di civîna ku li Odeya Endezyarên Makîneyê ya navçeya Amed Yenîşehîrê pêk hat de pankarta "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin û ber bi azadiyê ve dimeşin" hat vekirin. Di civînê de deklarasyona Kurdî ji aliyê Hasîbe Yazdîk, ya Tirkî jî ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Tûlay Denîz ve hat xwendin.
Di dewamiya deklarasyonê de wiha hat gotin:
“Em vê 8'ê Adara 2025'an li dijî Qirkirina Jinan serî hildidin. Em vê 8'ê Adarê jî bi şîyara “Em dimeşin azadiyê” û bi hêrsa xwe ya li dijî pergala mêrsalar û bi berxwedana xwe pêşwazî dikin.
Em bi Jin Jiyan Azadiyê ku li dijî desthilata mêr, pergala mêtingeriya kapîtalîst, tundiya li dijî jinê, her cure cudakarî û polîtîkayên şerê taybet felsefeya me ya jiyanê ye, ber bi azadiyê ve dimeşin.
Em di vê 8'ê Adarê de jî li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatiya mêrê serdest, têkoşîna xwe mezin dikin!
Em jinên ku li dijî desthilatên mêrsalar û polîtîkayên wan ên tundiyê li ber xwe didin, bi hêvî û baweriya em ji mîrateya têkoşîna xwe digirin silav dikin. Em li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên desthilatên mêrsalar têkoşînê mezin dikin û di vê 8'ê Adarê de jî ber bi azadiyê ve dimeşin.
Şerên desthilatên mêrsalar ên kapîtalîst ên hêz û parvekirinê îro di serî de li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê belav bûne. Bi vî şerê ku navenda wî li Rojhilata Navîn e û weke Şerê Cîhanê yê 3'yemîn tê binavkirin re tê xwestin ku Rojhilata Navîn jinûve were dîzaynkirin. Di van hewldanên dîzaynkirinê ku tê xwestin bi polîtîkayên gelan bi hev didin kuştin, zayendperest, olperest û dijminatiya jinan were pêkanîn de hebûna jinan tê înkarkirin. Îro qanûnên ku rejîma Talîban li Efxanistanê ji bo dengê jinan qut bike derxistine û cezayên darvekirinê yên li Îranê li jinên ku têkoşîna azadiyê didin tên birîn nîşaneya vê ya herî berbiçav e. Dîsa wergirtina kujerên jinan a li rêveberiyê ya HTŞ'ê ya ku li Sûriyeyê ligel têkçûna Rejîma Baasê rêveberî bi dest xist ji vê yekê ne serbixwe ye.
Li dijî vê pergala ku dixwaze bi polîtîkayên zayendperest, netewperest, olperest gelên Rojhilata Navîn bi hev didin kuştin xeyalên xwe yên emperyal pêk bîne alternatîfa me jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengtiya jinan de hatiye avakirine.
Em bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku birêz Abdullah Ocalan di serî de Rojhilata Navîn, pêşkeşî hemû cîhanê kir, em ê azadiyê biqîrin!
Di demeke ku şer, krîza aborî û qetlîamên li ser jinan bi hemû aliyên xwe ve didome de encama têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokratîk û têkoşîna ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dihat meşadin, bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re serdemeke nû destpê kir.
Em ê di vê 8'ê Adarê de jî, bi baweriya xwe ya bi paradîgmaya azadiya jinê, em ê li her derê li dijî kuştina jinan serî hildin!
Hişmendiya serdest a mêr a ku bi hezaran salan zanîn, ked, laş û vîna jinê desteser kiriye, di vê serdema ku em tê de dijîn de jî hewl dide polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi rewakirinê bidomîne. Di dema ku tundî û qetlîamên li ser jinan bûye qirkirin de desthilatdariya serdest a mêr bi xelatkirina sûcdarên li dijî jinan, bi polîtîkayên bêcezakirinê, hedefgirtina maf û destkeftiyên jinan, vekişîna ji Peymana Stenbolê, xwestina mafê nefeqê û li dijî tundiya li dijî jinan, girtina navendên jinan ên şaredariyên me, kuştinên jinan rewa kiriye. Komkujiyên ku di bin navê “evîn, hezkirin” de tên kirin û kiryarên çeteyên ku bi taybetî jinên kurd ên ciwan hînî tiryak û fûhûşê dike, diparêzin û belav dikin, nîşaneya wê yekê ne ku politikayên şerê taybet bi hemû amûrên xwe ketine meriyetê. Kuştin û windakirina Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ên ku navê wan nayên hejmartin ji van polîtîkayan ne serbixwe ne. Di sala 2024’an de 394 jin, di encama tundiya mêr-dewletê de hatin qetilkirin, 20 jin jî tevî biryara parastinê nehatin parastin. 111 jin jî ji ber ku xwestine hevjînên xwe berdin hatine kuştin.
Em soza xwe dubare dikin ku di 8’ê Adarê de jî ji taxan heta gundan, ji gundan heta bajaran ji bo jiyaneke ku jinên ku kirdeya jiyanê ne, tê de neyên kuştin û bi hişmendiya ku tundiya li ser jinê îdeolojîk e hemû aliyên jiyanê bi rêxistin bikin.
Em di 8’ê Adarê de li dijî tundiya dewletê ya nêrza, şerê taybet, dagirkerî, tecrîd û kedxwariyê, dengê berxwedan û azadiyê berz dikin û di vê 8’ê Adarê de jî berê xwe didin azadiyê!
Em ê li hember tundî û qirkirina li ser jinan, xwe bêhtir bi rêxistin bikin û têbikoşin.
Hişbir, fihûş, tîryakîbûna medyaya dîjîtal û çanda mezaxtinê îro bi polîtîkayên şerê taybet ên serdestan ji bo parçekirin û xerakirina rastiya civakan bi kar tînin; em nahêlin ew berbelavtir bibin.
Heke dê jiyan bi saya birêxistinbûna jinan û israra di azadiyê de watedar be, em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan, dengê xwe yê berxwedan û aştiyê berz û bilind bikin û hevgirtina xwe xurt bikin.
Heta ku li vê erdnîgariyê aştiyeke birûmet ava bibe, heta ku birêxistinbûna me bibe azadiya me, heta ku jinek û zarokek bi tenê jî neyên qetilkirin, em ê li qadan bin; em bi tilîlî û govendên xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Bi vê 8’ê Adarê re em deng, gotin û çalakiyên xwe mezin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin, heta ku em coşa xwe ya berxwedanê li hemû qadên jiyanê yên civakê belav bikin.”
AMED