HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji 2'ê Cotmehê heta 27'ê Cotmehê li qada Glîdaxê ya Serhedê tevgeriyaye û bombeya fosforê bi kar aniye. HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla tevgera artêşa Tirk pûç kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:"2'ê Cotmehê li herêma Glîdaxê ya eyaleta Serhedê kesekî xiyanet kir û teslîmî dijmin bû. Li gorî agahiyê ku wî xayînî da dijmin, artêşa Tirk a dagirker li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir.
3'ê Cotmehê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir. Piştî vî şerî balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmê kirin û vê bombardûmanê heta derengiya şevê dewam kir. Ji vê bombardûmanê zirar negiha hêzên me.

4'ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker bi 3 helîkopterên tîpa kobra û 5 helîkopterên tîpa skorsky dor li qada hêzên me girtin û leşker danîn herêmê. Lê belê dagirkerên bi helîkopterê hatin danîn û yekîneyên veşartî yên dagirker ên li herêmê ketin panîkê û bi hev re şer kirin. Şerê navbera dagirkeran 35 deqeyan dewam kir. Piştre jî helîkopteran 7 caran xwe li herêmê danîn û kuştî û birîndarên xwe birin.

5'ê Cotmehê, dema ku hêzên me hewl dan ji dorpêçê rizgar bibin, şer qewimî. Şer heta derengiya şevê dewam kir û gelek dagirker hatin cezakirin.
9'ê Cotmehê, dagirkeran xwest bikevin nuqteyeke din a gerîla. Hêzên me ev hêza dagirker kontrol kirin û derbên giran li wan dan. Di encamê de yek jê efserekî bi paye bi giştî 3 çawişên pispor hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên her sê dagirkeran û demekê dijmin nekarî cenazeyên xwe rake.

10'ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên fosforê qad bombardûman kir û cenazeyên eskerê xwe şewitand."

ANF/BEHDÎNAN