Ji Tirkiyê parêzname xwest 

Sêşem 2 Sibat 2021 - 02:09

DMME’yê têkildarî girtina Selahattîn Demîrtaş ku ji dosyeya Kobanê hatiye girtin, ji Tirkiyê parêzname xwest. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî girtina ji dosyeya Kobanê a duyemîn a Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji hikumetê parêzname xwest. DMME’yê gumana maqûl a girtinê, spartiye hêcet û dema maqûl an na, azadiya derbirînê û qedexeya girtina bi armanca siyasî hatiye binpêkirin an na pirsî.  

DMME’yê ev yek di rûpela xwe de ragihand û ev ji aliyê ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr û Benan Molû li ser medya civakî hat belavkirin. Molû got: “Di nava pirsên ragihandine hikumetê de serlêdana di 7’ê Mijdara 2019’an de ya Dadgeha Destûra Bingehîn hêj girêdane biryarê, lêkolîn kirine yan na û ji bo Demîrtaş rêya serlêdana takekes rêyek bi bandor e yan na jî hene.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.