Dîktatorê xwedî hezar sûc

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Sêşem 5 Çile 2021 - 01:19

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME xwest Selahattîn Demirtaş demildest bê berdan. Weke dihat payîn, dîsa desthilata AKP-MHP guh neda biryarê û hamleya xwe pêk anî. Piştî biryara berê ya DMME’yê jî Tayyîp Erdogan gotibû em ê pêngava xwe bavêjin, vî karî bi dawî bikin. Ji bo Tayyîp Erdogan ne destûra bingehîn ne jî peymanên navnetewî tinene. Tenê qanûnek heye; ew jî gotina ji devê şefê faşîst derkeve. Ev jî qanûna qirkirinê ye. Kurd an dê dev ji Kurdbûna xwe berde, an jî dê li gorî qanûna qirkirinê bê cezakirin û wî cezayî bikişîne!.

Hamleya nû ya Erdogan ew bû îdîanameyeke nû ya Kobanê amade bike. Dê dadgehekê çêkin, bi salan dê doz û darizandin dewam bike. Ji yên dixwazin rehîn bên berdan re jî dê bêje, pêvajoya hiqûqî ya hundir bi dawî nebûye; divê hûn li bendê bin. Jixwe dadgeh biryarê bide jî dê vê carê dora li bendêmana li dadgeha destûra bingehîn bê. Yanî wê nehêlin zû bi zû ew pêvajoya hiqûqa navxweyî bi dawî be. Dewleta Tirk tenê ne niha, ev 50 sal e ku vê lîstika ‘hiqûqa navxweyî bi dawî nebûye' didomîne. Ji bo rûyê rast yê dewleta tirk dernekeve holê yekîtiya Ewrûpayê jî dibe parçeyê vê lîstikê. Ji ber ku şirîk û hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk e. Heke bi rastî jî DMME li gorî pîvana edaletê ava bûya, nûnerekî wê nediçû welatekî mîna Tirkiyê bê edalet û bi rayedarên desthilatê re hevdîtin pêk nedianî. DMME ji bo xwe pak bike û xwe ji qirêjê bişo, biryara Selahattîn Demirtaş wergirtiye. Ji ber ku naxwazin ew maskeya wan ya edalet û demokrasiyê ji rûyê wan bikeve xwarê.

Dewleta Tirk di mijara tê de pir sucdar e, radibe îdîanameyê amade dike, dozê vedike û hewl dide ser sûcên xwe binixumîne. 7-8-9 Cotmehê dema serhiladana Kobanê pêk hat, sûcê herî mezin dewleta tirk kir. Zêdeyî 40 kesên deng dane HDP’ê bi destê polîs, esker û çeteyên vê dewletê hatin kuştin. Di vê komkujiyê de kesê digot ‘jin jî be, zarok jî be bikujin’; Tayyîp Erdogan fermana kuştinê da. 

Divê em careke din vê bêjin, di meseleya Kobanê de yê herî sûcdar û gunehkar Tayyip Erdogan e. Yê ku bi DAIŞ’ê re di peywendiyê de, yê ku DAIŞ ajotî ser Kurdan Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Ji ber vê dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirî Erdogan bi kêfxweşiyeke mezin got, ‘Kobanê bi navê din Eyn El Ereb, li ber ketinê ye’. Bi çar çavan li bendê ma ku Kobanê bikeve û têk biçe. Ne tenê hilweşîna Kobanê û kuştina bi hezaran mirovî; ji hilweşîn û komkujiyên li Sûrî û Rojava hemûyî Tayyip Edogan berpirs e. Vekirî hevkariya DAIŞ’ê kiriye; heta bi rêya MÎT’ê DAIŞ rêve biriye û rê nîşan daye. Tê zanîn, ji bo desthilata AKP-MHP li ser piyan bimîne DAIŞ’ê li Tirkiyê êrişî dijberên AKP’ê kiriye, li gelek deveran êriş pêk aniye. 7’ê Hezîranê dema ku AKP ji desthilatê ket xwarê, li Tirkiyê û Kurdistanê herî zêde DAIŞ’ê êrişî Kurdan û hêzên demokrasiyê kir. Ji bo AKP li desthilatê bimîne ev êriş pêk anîn. Dîsa DAIŞ’ê li welatên Ewrûpayê êriş kir û komkujî pêk anîn. Bi vî rengî rayedarên dewleta Tirk ji Ewrûpayê re gotine, eger hûn polîtîkayên me yên dij Kurd û hêzên demokrasiyê destek nekin, ev komkujî dê zêdetir werin serê we. Di serî de Fransa, li dijî welatên Ewrûpayê DAIŞ wekî enstrumanekî şantajê bi kar aniye.

Sebeba serhildanên Kobanê jî ew bû; AKP destek dida DAIŞ’ê. Ji ber ku ew DAIŞ’a AKP’ê destek dikir û bajarên Kurdan wêran dikir, Kurd dikuşt. Heke DAIŞ’ê Kobanê têk bibira û bixista, bi daxwaza AKP’ê dê bajarên Rojavayê Kurdistanê yên din jî wêran bikira. Kurd û hêzên demokrasiyê 7-8-9’ê Cotmehê ji bo bergiriya van komkujiyan û wêrankirinê rabûn serhildanê. Tayyip Erdogan li dijî serîrakirina gel her wekî hevkar û parêzvanê DAIŞ’ê leşker, polîs û çeteyên xwe ajot ser gel. Bi dehan Kurdên alîgirên HDP’ê qetil kir. 

Niha ev kesê ewqas sûcdar û kujerê HDP’yiyan; radibe HDP’yiyan sûcdar dike, hewl dide xwe rizgar bike. Di rastiyê de ji bo Kobanê divê Tayyip Erdogan were mehkemekirin. Heke Erdogan di dadgehek bê alî de were mehkemekirin, wê sedan salî cezayê lê bibirin. Niha li Ewrûpayê jinên Kurd kampanyaya ‘100 sûcên dîktatorî’ rêve dibin. Bi rastî jî jin karekî gelekî baş dikin. Erdoganî teşhîr û eşkere dikin. Ne sûcek, bi hezaran sûcên Erdoganî hene. Dê rojekê mutleq Erdogan were darizandin. Belkî wekî Mussolînî dawiya wî jî ji destê gel be. Bêguman em ne alîgirên rêbazeke ceza ya bi wî rengî ne, lê lazim e ku ev faşîst were darizandin, 100 sûcên wî bi stuyê wî ve bên daleqandin. Esas tenê eger ji ber Kobanê were mehkemekirin, sûcên giran yên vî faşîstî dê eşkere bibin. Tenê dadgehek jî dikare karakterê wî yê qirker raxe ber çavan. 

Bila Tayyîp Erdogan xwe qet neperpitîne û li erdê nexe. Nikare ji sûcên li Kobanê pêk anî, rizgar bibe. Wî 7-8-9’ê Cotmehê di serhildanên Kobanê de bi dehan HDP’yî kuşt, nikare ji cezayê van sûcan rizgar bibe. Esil dê îdîanameya Kobanê ji bo Tayyip Erdogan were amadekirin û dê were dadgehkirin. Li dadgeha ku mîna lîstikeke şanoyê amade kirî jî dê ew bi xwe were darizandin. Wisa bi amadekirina îdîanameyên ji bo Demirtaş û HDP’yiyan nikare ji sûcdariyê rizgar bibe. Tayyip Erdogan dê wekî kujerê Kobanê, kujerê Efrînê, kujerê Serêkaniyê û Sûrî cihê xwe di dîrokê de bigire. Heke Sûrî ewqas wêran bûye, serûbin bûye sûcdarê wê yê sereke Tayyip Erdogan e. 

Li Sûrî serhildana gel pêk hatibû. Lê Erdogan ev serhildana gel ji rêya wê derxist û ji armanca wê dûr xist. Xwest vê serhildanê ji bo armancên xwe bi kar bîne. Ji bo pêşî li demokratîkbûna Sûrî bigire û statuya Kurdan asteng bike, rê li wêranbûna Sûrî vekir. Ji ber ku pêşbînî kir, eger Sûrî demokratîze bibe û Kurd bibin xwedî statu dê pergala wî ya qirker hilweşe. Lewma jî lazime hesabekî mezin ji vî qirkerî were pirsîn.
Bi hêviya di demek ne dûr nêzîk de em têkçûn û hilweşîna Tayyip Erdoganî bi çavên xwe bibînin, bi hêviya ku di serî de Kobanê ji bo her sucê pêk anî Erdogan were mehkemekirin û cezakirin...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.