Ji Tehtika Kobanê re daristanek

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Nîsan 2022 - 22:45

  • Li rojhilatê Kobanê bi navê "Şehîd Botan" daristanek hate avakirin. 

Li rojhilatê Kobanê bi navê "Şehîd Botan" daristanek hate avakirin.  Desteya Ekolojiyê ya navçeya Şêranê û bi dehan endamên saziyên sivîl ji bo avakirina daristaneke nû ya bi navê şehîd Botan û ji bo xemilandina bajar û gundên ser bi Kobanê, berê xwe dan girê gundê Tehtikê û li wir şitlên daran danîn. 

Beriya vê jî ji aliyê Desteya Ekolojiyê ya Herêma Firatê ve bi boneya 4’ê Nîsanê 10 hezar dar hatin belavkirin û gelek baxçe û daristan jî hatin avakirin. Li gundê Şêx Çopan 3 hezar dar li ser 7 hektaran hatin çandin û daristanek hate avakirin. Di 21’ê Sibatê de jî li navçeya Sirrînê 2 hezar dar û di 16’ê Adarê de jî li navçeya Çelebiyê 700 dar hatibûn çandin.

ANHA/KOBANÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.