Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bertekên li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê zêde dibin. Li Swîsreyê 26 kesên endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku di nav wan de endamên konseya neteweyî, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên partî û saziyan û navên ji pîşeyên cuda hene, ji bo balê bikşînin ser tecrîda Îmraliyê ji Serokê CPT Dr. Alan Mitchell re name şandin. Di nameyê de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî hemû mafan li girtîgeha Îmraliyê te girtin û 38 meh in tu agahî jê naye girtin û wiha hate gotin:“Em endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dixwazin piştgirî bidin pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî.” Endam û alîgirên komîteya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê xwestin ku tavilê serdana Abdullah Ocalan bikin û tenduristiya wî bizanibin û gotin ku demildest berdana Rêber Abdullah Ocalan tevkariyeke girîng ji çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê re bike. Parlementerê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ya Kantona Bellînzona Dr. Beppe Savary ku têkîldarî mijarê daxuyanî da, anî ziman ku Abdullah Ocalan kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd e. Savary diyar kir ku divê CPT demildest biçe gireva Îmraliyê û wiha got: “Em niha li parlementoya Swîsreyê ne. Em ê tevî 26 hevalên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’yê re name bişînin. Em dostên Kurd di wê baweriyê de ne ku bi azadiya Abdullah Ocalan re wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Dr. Beppe Savary ku di Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî de cih digire anî ziman ku xebatên wan wê di vê çarçoveyê de bidome.
Li Îtalyayê jî ketin tevgerê
Di rojên derbasbûyî de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bibîrxistina berpirsyariyên CPT’yê, bi îmzeya bi dehan parlementer, partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, hiqûqnas û rewşenbîran ji aliyê Komîteya Dema wê Hatiye ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê ve ji Serokê CPT Dr. Alan Mitchell re name hatibû şandin. Di 29’ê Gulanê jî di nameya ku ji aliyê Serokê Koma Tifaqa Çep a Keskan Luana Zanella ve hat nivîsandin û îmzeya 11 parlementerên Parlementoya Neteweyî û 5 senatoran hebû de hat xwestin ku CPT tavilê şandeyek ji Îmraliyê re bişîne. Serokê Koma Tifaqa Çep a Keskan Luana Zanella di nameyê de wiha got: “Em nameya bangawaziyê ku ji aliyê Komîteya Dema wê hatiye ji Ocalan re Azadî ve hatiye destpêkirin û daxwaz dike ku ji bo ji rewşa Birêz Abdulah Ocalan agahdar bibe CPT demildest şandeyek bişîne Îmraliyê ji we re dişînin. Şert û mercên ku Birêz Ocalan di nav de ye ji bo me mijareke fikarê ya cidî ye. Ji ber tecrîda mutleq tu kes agahî ji Birêz Ocalan nagire. Di vê çarçoveyê de em dixwazin daxwazên di nameyê de li ber çavan bê girtin û demildest şandeyek ji Îmraliyê re bişînin.” Her wiha ji aliyê Sekreterên Giştî yên Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê Maurizio Acerbo û Anna Camposampiero, Hevserokên Navenda Lêkolîn û Pêşvebirinê ya ji bo Demokrasiyê CRED Parêzer Michela Arrecale ve Fabio Marcelli, li ser navê Buroya Hiqûqê ya Progetto Diritti Parêzer Arturo Salernî, Hevseroka Yêkîtiya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî Parêzer Aurora d’Agostino û rêveberên Sendîkaya Gel COBAS ve ji Serokê CPT Dr. Alan Mitchellê re nameyek hat şandin. Di nameyê de bal kişandin ser şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocaln û banga tavilê çûyîna CPT’yê ji Îmralyê re hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN