Ji sûcên şer têr nabe
Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 00:41
HPG'ê got, artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Bi balafirên şer jî 9 caran, bi helîkopterên êrîşê 44 caran, bi obus, tank û çekên giran jî bi dehan caran bombardûman kir."
HPG'ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîla jî kir:
Li Metînayê
22'ê Mijdarê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
22'ê Mijdarê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran xist. Van dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar. Piştî derbên hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.
22'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist.
22'ê Mijdarê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Çekdar tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Piştî derbên hêzên me, dagirker gavekê vekişiyan.
BEHDÎNAN