• Di van çend rojan de gerîlayan ji Serhedê heta bi Zê, gelek caran derb li dagirkeran xist û herî kêm 24 dagirker kuştin. Hêzên YJA Starê jî di Sbatê de li Serhedê bêhtirî 10 dagirkeran kuştin.  

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi her cure çekên kîmyewî, bomberdûmanên hewayî û bejayî, berxwedana gerîla bênavber dewam dike.

Di çalakiyên vê dawiyê de gerîla 15 dagirker kuştin. HPG´ê dawiya hefteyê bîlançoya çalakiyên hêzln ẉe yên Serhedê jî eşkere kir û got, gerîlayan 13 dagirker kuştine. HPG´ê pêr jî dabû zanîn ku gerîlayan li Başûrê Kurdistanê 6 dagirkerên din kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên vê dawiyê yên gerîla kite bi kite ev agahî dan:

Li Herêma Zê (Zapê)

18’ê Gulanê danê nîvrojê, hêzên me bi çekên giran li herêma Kurêjahro bi çekên giran li dagirkeran xist. Gerîla serketî li hedefên diyarkirî xist.

20’ê Gulanê saet 18:40’an de, dagirkeran dixwest xwe li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi cih bikin. Hêzên me ji nêz ve li wan da. Di encamê de 4 dagirker hatin kuştin û pergaleke kameraya mobesse jî hate derbkirin. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker 21’ê Gulanê bi şev bi helîkopterên êrişê herêm bi dijwarî bombebaran kir, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin.

21’ê Gulanê saet 16:15’an artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi teqemeniyan bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Hêzên me bi sabotajê li van dagirkeran xis. Li wir 2 dagirker hatin kuştin.

Roja 21’ê Gulanê di saet 16:30’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di nava tevgerê de bûn, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hedef hatin girtin. Di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

Roja 21’ê Gulanê saet 11:50’î droneke ku li ser çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro digeriya ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

21’ê Gulanê nîvrojê çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştî bombebaranê di saet 15:30’an de komeke dagirker bi kincên parastina li hember çekên kîmyewî, xwest ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçe. Hêzên me bi sabotajê li van dagirkeran xist. Dema ku dagirker qedemeyekê vekişiyan, xwestin careke din bi pêş ve biçin; hêzên me bi bombe û çekên ferdî bi awayekî bi bandor li wan xist. Heman rojê saet 17:25’an de dagirker careke din bûne hedef. Di encama van rêze çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

20’ê Gulanê saet 22:30’î dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hate xistin û dagirkerek hat kuştin.

Roja 21’ê Gulanê saet 19:20’an droneke teqemenî lê barkirî li herêma Şikefta Birîndara digeriya, hêzên me derb lê xistin.

21’ê Gulanê bi şev helîkopterên êrişê xwestin herêmên Şikefta Birîndara, Karker û Çemço bombe bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin.

Helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di 21’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ku dûmanên bi rengên cuda derdixin çeperên şer ên Şehîd Hewrê, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn, Şehîd Tolhildan, Şikefta Birîndara û Çiyareş bombe kirin.

 

6 dagirker li Başûr hatin kuştin 

Di daxuyaniya HPG´ê ya pêr de jî HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de li Zê, Avaşîn û Heftenînê 6 dagirker hatine kuştin. HPG´ê da zanîn ku hêzên wê 18’ê Gulanê careke din bi sîlehên giran li qereqola Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Şêladize ya Amêdiyê bi awayekî serketî xistiye. 

Li Serhedê 13 dagirker hatine kuştin

HPG şemiyê bi daxuyaniyeke taybet wekî din da zanîn ku di çalakiyên li Serhedê de 13 dagirker kuştine. Di 19’ê Mijdara 2021’an de gerîlayan li qada Demîrkapi ya herêma Gilîdaxê li yekînyeke veşartî ya dagirkeran xistiye 3 dagirker kuştine û 2 j birîndar kirine. Di Sibatê de jî gerîlayên YJA Starê bi sabotajê bi 15 kemînên cuda di heman demê de li dagirkeran xistiye û zêdetirî 10 dagirkeran kuştine.