Ji serê salê ve zêtirî 50 hezarî 

Çarşem 8 Îlon 2021 - 04:34

BOTAN GERMIYANΠ
ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Li gorî amarên Dezgeha Lûtke a ji bo Karûbarên Penaberan, di van heft salên dawiyê de 623 hezar 245 kesan kes ji Iraq û Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine. Ji vana 445 kes di rê de mirine. Her wiha îsal zêdetirî 50 hezar kesî koçber bûne. Pirraniya van jî xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî amarên ku Serokê Dezgeha Lûtke, Arî Celal dane Rojnewsê, ji sala 2015’an ve 623 hezar 245 kesan ji Iraq û Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kiriye. Ji van jî 445 kes di rê de mirine yan jî wenda ne.

Arî Celal got, “Tenê ji destpêka sala 2021´ê ve bêhtirî 35 hezar kesan daxwaza mafê penaberiyê li Ewrûpayê kiriye. Herwiha nêzî 20 hezar kes jî ji Herêmê [Başûr] derketine û li welatên derdor in û dixwazin derbas bibin. Di çend bûyerên cûda de 21 kes bûne qurbanî, cenazeyên çendan ji van kesan me gihandine malbatên wan, yên din jî wenda ne. Ji bo dîtina wan jî hewldan dewam dikin.”

Li gorî lêkolîn û amarên Dezgeha Lûtke, pirraniya kesên koçî dervey welat kirine, xelkê Herêma Kurdistanê ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.