Ji sedî 42,5 ji aştiya Ocalan bawer in
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:15
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 22-26'ê Adarê de li Amed, Riha, Dîlok, Wan, Mêrdîn, Êlih, Qers, Îdir, Mûş û Bedlîs jî di nav de li 16 bajaran lêkolînek kir. Anket li qadê li malan rû bi rû bi hezar û 509 kesan re hate kirin. Ji sedî 42 bawer dikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştiyê pêk bîne.
Li gorî ji sedî 62,3 ê beşdaran ‘krîza aboriyê û bêkariyê’ weke pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê dibînin. Ji sedî 23,7 ê beşdaran pirsgirêka Kurd, ji sedî 6,7 jî ‘şer’ weke pirsgirêka sereke dibînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji beşdaran hate pirsîn. Ji sedî 54,6 ê beşdaran bang ‘erênî’ dîtin, ji sedî 14,7 neyînî dîtin. Ji sedî 18 ê beşdaran jî diyar kirin ku ew bi naveroka bangê nizanin.
Ji bo pirsa ‘Gelo hûn bawer dikin ku banga Ocalan wê aştiyê bîne Tirkiyeyê?’ ji sedî 42,5 ê beşdaran gotin ‘Erê’, ji sedî 21,9 ê beşdaran gotin ‘Na’, ji sedî 18 gotin, ‘Ji hin aliyan ve’, ji sedî 17,7 gotin ‘Bi naveroka bangê nizanim’. Ji bo pirsa ‘Gelo banga Ocalan wê meseleya Kurd çareser bike?’ ji sedî 41,8 gotin ‘Erê’, ji sedî 21,8 gotin ‘Na’, ji sedî 18,7 gotin ‘Ji hin aliyan ve’.
Li gorî encamên anketê her wiha rêjeya dengê AKP’ê ji sala 2023'yan û vir ve bi 9,5 pûanan kêm bû, rêjeya dengê DEM Partiyê jî bi 1,9 pûanan zêde bû.
NAVENDA NÛÇEYAN