Ji şahî û çalakiyên cejna vejînê nemînin
Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:45
- Gelê Kurd bi rasthatina salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê wê li meydana be.
CDK-F û TJK-F’ê bi rasthatina salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şîara ‘Bi Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk Kurdistanê biparêze’ ji bo çalakiyên li Fransayê bang li xelkê kir.
Gelê Kurd bi rasthatina salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê wê li meydana be. Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Wan got, “Divê em li dora nirxên bi têkoşîna 38 salan hatine avakirin, kom bibin. Em salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Li hemberî rejîma faşîst û leşkerî a 12’ê Îlonê pêvajoya bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de hatin destpêkirin, pêngava şoreşger a gerîla û serfiraziya wê ye.
Dem hatiye ku em bi ruhê 15’ê Tebaxê dakevin qadan, Kurdistanê biparêzin, bi şîara Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk xwedî li çalakiyan derkevin. Em bang li Kurdên li Fransayê dikin, bi girseyî tevlî çalakiyan bibin.
Çalakî înê destpê dikin
Li Fransayê çalakî wê di 13’ê Tebaxê de dest pê bikin. Li Parîsê 13’ê Tebaxê saet di 17.00’an de li Gare Du Nordê wê çalakî werin destpêkirin û li qada Stalingradê jî ev çalakî wê wekî mîtîngê bidome. Di heman demê de li Marsîlya, Rennes, Bordeaux û Strasbourgê jî çalakî werin kirin.
PARÎS