Ji ronahiya çav û wêdetir zeraqên UV

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Îlon 2022 - 04:50

Wênegirê bi navê Cody Cobb bi wêneyên xwe yên ku bi rêya “Zeraqên UV” (Zeraqên ji binefşî û wê de) digire hin dîmenên ku çav nikarin bibînin, ango hin tiştên veşartî derdixe holê. Çavên insanan di navbera 400 û 700’ nanometre de dikare hin tiştan bibîne û jê zêdetir nikare bîbîne. Lê zeraqên ultraviyole di navbera 100 û 400 nanometreyî de ne û çav nikare wan bibîne. Jixwe, jê wêdetir jî “zeraqa X” hene ku bi ti awayî meriv nikare wan bibîne û di wan têbigihîje.

Piştî Cody Cobb bi zeraqên UV çend ceribandin kirin, dît ku encamên balkêş derdikevin holê. Wî li Las Vegasa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin menzereyên ku berê xelkê dîtine, bi awayekî din nîşan dide ku berê ti kesî bi vî awayî nedîtine. Ji bo karibe van wêneyan bigire, bi saetan li benda wêneyekî disekine ji lewra ew mecbûr e bi pozên dirêj wêneyan bigire. Lê encama ku ew bi dest dixe, hêja ye mirov li bendê be.

Cody Cobb ji bo vî karê xwe yê zehmet ê ku gelek wext lê diçe, dibêje, “Bi riya zeraqên UV ez menzereyê çiqas kifş bikim, ewqas kêfxweş dibim û çawa ku li dinyayeke din bim, xwe wisa hîs dikim. Ji bo ez fêr bibim zeraqên UV reaksiyonên çawa didin, min gelekî serê xwe êşand. Lê ezmûneke baş bû.”

Dema meriv li ser wêneyên Cody Cobb dihizire, bivênevê meriv difikire û dibêje, gelo li dinyayê çiqas tiştên din hene ku çavên me wan nabînin.

LAS VEGAS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.