• Penaberên li daristana Dunkirkê ya li Fransayê piştî mirina 27 penaberan di kanala Manchê de jî bi israr in ku bi heman rêyê xwe bigihînin Ingilîstanê. Ew dibêjin, li Başûrê Kurdistanê jiyan nemaye.

Di bûyera çarşema bihurî de li Kanala Manchê 27 penaber xeniqîbûn, lê penaberên li Fransayê di konan de li daristanan dimînin, dibêjin, ew ê çi qasî bi tehlûke be jî ji rêya xwe venegerin. Herçî devjenîna Ingilîstan û Fransayê ye, dîsa kirasê insaniyetê ji xwe kir: Ingilîstan dixwaze Fransa ji bo ku penaber bi botan xwe bernedin kanala Manchê bêhtir tevdîran bigire. Penaberên ji Belarûsê vedigerin Başûrê Kurdistanê jî didin zanîn ku ew ê rêyên nû biceribînin ji bo ku xwe bigihînin Ewrûpayê. Çareserî diyar e li Başûr e û divê pêşî sedemên penaberiyê ji holê bên rakirin. Yanî sedemên xwepêşandanên xwendekaran û nerazîbûna ji nebûna gizmetguzariyê, hemû bi sîstema rêveberiya Başûr û gendeliya di nava sîstema bi desthilata du partiyan de elaqedar in.   

Hema li derveyî Dunkirkê çend kon hene. Ne avdestxane, ne ava vexwarinê yan jî ava ji bo paqijiyê heye. Li vir niha qederê hezar kesî hene û bihîstine ku 27 kes çarşemê di kanala Manchê de xeniqîne. Jixwe serê pêşî hejmara miriyan weke 31 hatibû eşkerekirin û ev hejmar paşê hatibû sererastkirin. 

Tevî ku hemû bi rîskê dizanin, hemû jî hazirin hema rêyê bidin ber xwe. Mirov ji kîjanî bipirse, dibêje, ti jiyana ku lê vegere nîne li Başûrê Kurdistanê. Mîra mesela ji Silêmaniyê ye û dibêje, "Ti jiyan nîna li wir". Ew jî di ser Belarûsê re hatiye vir. 

Mihemedê 17 salî jî di ser Belarûsê re heta bi vir hatiye û li vir aliqiye.

Heger elektrîka weqfek ji wan re amade dike nebe, ew ê nikaribin telefonên xwe jî şarj bikin. Herçî germahî ye, bi agirê li derveyî konan xwe germ dikin. 

Wê xwe li rêyên nû biceribînin

Koma duyem a penaberên ji Belarûsê bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê jî ji vegera xwe nerazî ne. Doh berê sibehê qederê 600 penaberên din ji Belarûsê vegerandin Hewlêrê. 

Yek ji wan Sarkan ê 24 salî ye. Ew bi 22 kesan re çûbû Belarûsê û 2 ji hevalên wî karîn sînor derbas bikin û biçin Lehistanê. Serkan ji Helebce ye, dibêje, "ez ê careke din xwe biceribînim biçim Ewrûpayê". Vê carê ew ê rêyeke din biceribîne.

Lukashenko dîsa penaber bi kar anîn

Çend saetan piştî vegerandina komê, serokdewletê Belarûsê  Alexander Lukashenko çû serdana wargeha penaberan a li ser sînorê bi Lehistanê re. Li wir wî got, hikûmat wî wê ti kesî bi darê zorê dersînor neke. Lê wî her wiha hişyar kir ku wê rewş baştir nebe: "Em ê ti tiştî li ser we ferz nekin. Heger hûn biryarê bidin vegerin, em ê alîkariya we bikin.

Heger na, em ê her tiştî bikin da ku ewlehiya we misoger be. Yekane tişta ez dikarim bibêjim ew e ku wê rewş baştir nebe, mixabin." 

Ji bo siyasetên hişk kir hincet

Serokwezîrê Ingilîstanê Borîs Johnson, xeniqîna 27 penaberan di kanala Manchê de ji bo hişkkirina siyaseta kontrola sînoran û rexneya li Fransayê bi kar anî. Li aliyekî wî got, ew ê ewlehiya sînoran xurttir bikin û li aliyê din jî rêveberiya Parîsê gunehbar kir, ji ber ku ew tevdîrên lazim nagirin ji bo ku penaber xwe bernedin kanala Manchê.  

PARÎS