Ji Rêber Apo re azadî!

Duşem 2 Îlon 2024 - 03:05

Meşa Dirêj a bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat destpêkirin, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê bi dawî bû. Ciwan dema li ber Konsolosxaneya Tirk derbas bûn hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk qîriyan.

Meşa ku bi coşeke derbas bû bi qasî 15 kîlometreyan dewam kir. Di meşê de gelek caran pirsên li ser Rêber Abdullah ji derdorê hatin pirsîn. Ciwan dema di ber Konsolosxaneya Tirk re derbas bûn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok" hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk anîn ziman. Piştre meşvan hatin ber NY’ê û li wir daxuyanî dan. Li ser navê TCŞ'ê Yûsûf Amed daxuyanî xwend û wiha hate gotin:“Di şerê hebûn û rûmetê yê 50 salan de di şexsê Rêber Apo û gerîlayên azadiyê yên gelê Kurd de şerekî mezin tê meşandin û bi baweriya serketinê dimeşin. Rastiya ku dost û dijmin jî baş pê dizanin ev e ku em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne. Li dijî sûcên şer cîhaneke hatiye bêdengkirin heye û gelê me li hemberî êrîşên îmhayê yên dixwazin bi xiyaneta PDK’ê encamê bi dest bixin, heta dawiyê têkoşîneke bê tawîz dide. Modernîteya kapîtalîst her roj li Îmraliyê êşkenceya tecrîdê ferz dike, bi vê re li seranserê Kurdistanê û li her derê ku gelê Kurd vîna jiyana azad dimeşîne, li ser bingeha tunekirinê êriş dikin. Li ser gelê me yên li navenda pergala hegemonîk, kapîtalîst û netewe-dewletê Ewrûpayê dijîn pişaftin, entegrekirin û bêrûmetiyê ferz dikin. Gelê me yê ku bi salan li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide, bi pêşengiya tevgera me ya ciwanan di vî şerî de bi ser ket û li her derê bi rûmeteke mezin têkoşîna xwe didomîne. Êdî dem hatiye ku em weke ciwan tiştên ku Rêber Apo fêrî me kiriye pêk bînin û nîşanî her kesî bidin ku astengkirina ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin wê zehmet be. Dem hatiye ku em vê nîşan bidin û em ê bi vê hêzê pêngavê bi ser bixin."

Şehîd bibîranîn gerîla silav kirin

Ji Komîteya Pêngavê Nejdet Atalay rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Tekîn Goyî yên ku di êrîşa dewleta Tirk de jî şehîd bûn, bi bîr anî û got:"Her kesê ku ji paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bawer dike û dibêje ez hevrêyê Rêber Apo me, divê tecrîd û zextê qebûl neke û li dijî wê têbikoşe." Atalay berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir û got:“Divê em li her derê derkevin qadan û çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya gerîla bidomînin. Bi vî awayî em dikarin Rêbertiya xwe û welatê xwe azad bikin.”

Piştî daxuyaniyê meşvanan bi berzkirina dirûşme û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.