Komek nûnerên civaka sivîl û rojnamevanên li Kerkûkê doh daxuyaniyek da û xwest 5 kesên ji ber rojnamevanî û beşdariya xwepêşandanan 6 sal cezayê girtinê li wan hatiye birrîn, bên berdan.

Komê îşaret bi rojnamevan û çalakgerên Behdînanê kir yên ku beriya dadgeha Hewlêrê ceza li wan bibirre, êşkence li wan hatibû kirin. Dadgehê piştî ku Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta PDK´ê, îdîa kiribû ku kesên hatine girtin sîxurên dewletan in, 16´ê Sibatê 6 sal cezayê hepsê li wan birrîbû. 

Rojnamevan û nûnerên civaka sivîl ev bang li hikûmeta PDK´ê kir: "Her hewldana ji bo astengkirina azadiyê em red dikin, em wê weke cihê şermê ji bo rayedarên herêma [Başûrê] Kurdistanê dibînin."

KERKÛK